'Bi petrola Kurdan li dijî Kurdan şer dikin'
Ekonomîst Ehmed Pelda diyar kir, desthilatdariya Erdogan ji bo fînansekirina şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, Başûrê Kurdistanê weke qadeke girîng bi kar tîne û bal kişand ser petrola Kurdan.
Ekonomîst Ehmed Pelda diyar kir, desthilatdariya Erdogan ji bo fînansekirina şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, Başûrê Kurdistanê weke qadeke girîng bi kar tîne û bal kişand ser petrola Kurdan.
Ekonomîst-nivîskar Ehmed Pelda di beşa duyemîn a hevpeyvînê de bi taybetî bal kişand ser çavkaniya fînansî ya şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan.
Ehmed Pelda pîvaneke girîng a hunera şerê modern a Sun Tzu bibîr xist û got, "Eger li cihekî leşkerê we hebe û ev hatineyekê ji xwe re nîne, ev ê we têk bibe. Eger hatiyeke xwe hebe, wê we xurt bike. Yanî bi destê hêzên xwe yên leşkerî divê hûn li cihê ku bi dest xistine, hatiyekê werbigirin. Desteserkirina çavkaniyên ser û binê erdê, talankirina wan û bikaranîna wan ji bo berjewendiyên xwe. Ya ku Erdogan dike ev yek e. Li gel artêşa klasîk, hêzên şer ê taybet, di dema Erdogan de zêde bû. Hejmara polîsan, bekçiyan, hêzên paramîlîter mîna SMO, bi budçeya heyî nikare bê pêşwazîkirin. Wê demê talan û wêrankirin girîng dibe."
Ehmed Pelda anî ziman ku Erdogan bûyerên konjonkturî yên li Rojhilata Navîn jî nirxand û şer derbasî derveyî sînor kir û hewl da ji vir qezencekê bi dest bixe.
LI DERVEYÎ TIRKIYEYÊ MEKANÎMZAYA DESTPÊKÊ YA KU ŞERÊ FÎNAKSE DIKE, BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
Ehmed Pelda diyar kir ku li derveyî welat mekanîzmaya destpêkê ya ku rêxistiniya mîlîter a Erdogan fînanse dike, Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir, "Petrola Başûrê Kurdistanê bi erzanî werdigire û bi buhayekî zêde destpêkê li bazara navxweyî ya Tirkiyeyê, piştre jî li bazara cîhanê pêşkêş kir. Erdogan û alîgirên wî ji bo veguhastina petrolê fîloya keştiyê ava kir. Petrol wergirt û li bazara Tirkiyeyê belav kir. Ji jorê ji Erdogan heta ber bi jêrê ber bi hêzên parastinê, xebatkarên wî qezencek bi wan da kirin, kirin hevparê sîstema xwe.
Rêveberên li Başûr jî kirin şirîkê karê xwe û bi vî rengî têkiliyeke ku qut nebe çêkirin, bi vî rengî bandor li Başûr kirin. Hema bêjin temamiya kargehên li Başûr ên tevna paramîlîter û Erdogan e. Kurdên Bakurî, Ereb û komên cuda yên karsazan hatin tasfiyekirin. Yên ku ji PDK'ê û malbata Barzanî xwedî referansin bi giranî dikarin kar bikin. Şîrketên ku berhemên nikarin li Ewropa, Rûsya û welatên mîna wan bifiroşin, li Başûrê Kurdistanê firotin û qezenceke mezin bi dest xistin. Xebatkarên wan, yekîneyên wan ên çekdar ku kargehan an jî wan diparêzin, bi vî rengî hatin fînansekirin. Di karên cuda de jî bi kar anîn. Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûr, êrişên niha tên kirin, tevna sîxuriyê ya li her bajarokî hatiye danîn, birêxistinkirina Tirkmen û hin eşîran, hemû ji bo kontrolkirina Başûr, ji bo herikandina petrolê ya salane bi milyaran dolarî ber bi Tirkiyeyê ne."
TALANA LI SÛRIYEYÊ Û DAÎŞ BÛN ÇAVKANIYA FÎNANSÊ JI BO DESTHILATDARIYÊ
Ehmed Pelda bal kişand ser kiryarên rejîma Erdogan li Sûriyeyê û got, "Bi mezinbûna DAÎŞ'ê re rejîma Erdogan bû xwedî hatineyeke mezin. Hem malbata Erdogan, hem jî alîgirên wî, her wiha hêzên wî yên paramîlîter bûn xwedî serweteke mezin. Ji bo biçekkirina DAÎŞ'ê, pereyên ku Qatar, Erebistana Siûdî û hwd. şandin, li Tirkiyeyê hatin hiştin. Di berdêla wê de jî çekên erzan bi buhayê zêde firotin DAÎŞ'ê. Deriyên bazirganiyê vekirî hiştin û li hemû herêmên ku DAÎŞ lê bû, malên Tirk hatin firotin. Di serî de Mûsil, li herêmên petrolê yên Iraq û Sûriyeyê yên di destê DAÎŞ'ê de bûn, petrol bi buhayekî gelekî erzan derbasî Tirkiyeyê hate kirin û ji wir jî bi buhayekî zêde pêşkêşî bazara hundir û cîhanê hate kirin. Fîloyên keştiyan, parzûngeh û veguhastina nava welêt gelekî mezin bû. Alîgirên desthilatdariyê ji vê gelekî qezenç kir.
DAÎŞ û hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk ku li Heleb, Efrîn û gelek bajaran tesîsên pîşesaziyê talan kirin, amûrên febrîqeyan jê kirin û birin Dîlok, Konya, bajarên mîna wan û bi belaşî ji xwe re febrîqe ava kirin. Li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib, Bab, Ezaz, Cerablûsê dest danîn ser malên mirovan ên li herêmên dagirkirî. Zeviyên çandiniyê, darên zeytûnê talan kirin. Berhemên dîrokî birin yan jî hilweşandin."
ERDOGAN HÊZA ŞER ÎXRAÇ KIR Û JÊ PERE QEZENÇ KIR
Ehmed Pelda ragihand ku Erdogan hêza şer a ku ava kir, ji bo qezençkirina pereyan îxraç kir û destnîşan kir ku leşker û îstîxbarata Tirk êdî bû amûrek bazirganiyê ji bo hêzên biyanî bi taybetî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.
Ehmed Pelda got, "Erdogan li dijî Ermenistanê piştgirî da Azerbaycanê. Li gel firotina SÎHA û amûrên leşkerî, para şîrketa petrolê ya Azerî Soccar, herêmên firotina petrolê yên vî welatî talan kir.
Erdogan ku çete, hêza leşkerî, SÎHA û wesayitên leşkerî şand Lîbyyaê, di berdêla piştgiriya ji bo hikumeta demê 4 milyar dolar wergirt. Nayê zanîn ku bi rengekî veşartî çiqas girtiye, çawa bi kar aniye."
Ehmed Pelda bal kişand ser piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo rejîma Erdogan û got, "Bêguman wê ne şaş be ku mirov ji vê re bêje 'Ewropa xeracê dide Erdogan'. Divê mirov polîtîkaya penaberan a Tirkiyeyê weke parçeyek ji polîtîkaya şer bibîne. Penaberên ji Sûriye, Efganistan, Îran, Iraqê û herêmên din Tirkiyeyê weke herêmeke derbasbûnê dibînin. Lê belê bi demê de li Tirkiyeyê bi cih bûn. Ji ber ku Erdogan di berdêla pereyên ji Ewropayê werdigire, wan li Tirkiyeyê dihêle. Di berdêla penaberan de Euro."
DEWLETA TIRK KU ARTÊŞÊN DEWLETAN BERALÎ DIKE, LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK ÇÛ
Ehmed Pelda destnîşan kir ku li gel van derfet û amûran jî dewleta Tirk li hemberî PKK'ê nikare bi ser bikeve û wiha dewam kir:
"PKK ne tenê tevgereke gerîla ye. Tevgereke civakî ye. Civak perwerde kiriye. Ji aliyê fikrî, siyasî, rêxistinî, felsefî ve rêbazek, şêweyekî jiyanê da civakê. Civaka têgihiştî di heman demê de bû xwedî refleksên xweparastinê. Hîn bû ku li dijî provokasyon û êrişan tedbîran werbigire.
Ji aliyê siyasî, rêveberiyên xwecihî, saziyên civakî yên sivîl ve hêzek afirand. li dijî şerê qirêj, mekanîzmaya xwe ya berxwedanê afirand. Eger em ji gerîla mînakekê bidin; mesela salên dawî ji aliyê teknîk, lojîstîk, perwerdeyî ve bû xwedî tecrûbeyên cuda. Hate asteke welê ku dewleta Tirk a ku li Sûriye, Azerbaycan, Lîbyayê hêzên mezin ên leşkerî, artêş têk birin, li hemberî gerîla nikare gavekê jî biavêje. Li hin deveran bi cih bû be jî dibe hedefa gerîla. Ev yek jî bû sedem ku di nava klîkan de krîz rû bidin. Di dema nêz de wê encamên vê baştir bê dîtin; Tirkiye wê neçar bimîne ku ji gelek herêmên Başûr û Rojava vekişe. Dewleta ku bi vê zane, hêviya xwe bi şerê nava Kurdan ve girê daye, giranî daniye ser vê yekê."