Li Dêrikê ji bo 2 şehîdan merasîm hate kirin

Şehîd Rêzan Hesen û Mihemed Ehmed Alî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweser li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Hesen û şehîd Mihemed Ehmed Elî wergirtin, paşê ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve ketin rê.

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Hundir Kenan Berakat axivî û got: "Pêvajoya ku niha herêm tê re derbas dibe gelek dijwar e. Êrişên li dijî herêmê ne tenê Rojava lê belê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin hedef."

Berakat wiha domand: "Pêdiviya gelê Kurd di vê merheleyê de bi yekîtiyê heye da ku li dijî êrişên li çar parçeyên Kurdistanê bisekinin."

Dûre nasnameyên her du şehîdan di nava tilîliyên dayik û diruşmên silavkirina şehîdan de hatin xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik di nava diruşmên silavkirina şehîdan de hatin veşartin.