Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li Viyanayê nûnertî vekir
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye nûnertî vekir.
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye nûnertî vekir.
Nûnerên Komeleya Nîştimanî ya Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Gel, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerê Tîma Rojava-Viyana û seroka Meclisa Komele ya Kurd li Viyana beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasimê de, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser çalakî, panel û xebatên ku dê nûnertiya wan pê rabe axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê Sûriyê yê li wir hev nas bikin, nêz hev bibin û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin.”