Bi pêşengiya KNK-Rojava, bi dirûşma "Em ê bi yekîtiya neteweyî pêşî li dagirkerî û şerê navxweyî bigirin" komxebatekê dest pê kir.
Tevî partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan tevlî komxebatê bûn.
Ji Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-S'ê Mihemed Hac Eyub û vexwendiyên ji Heleb, Şehba û Kobanê tevlî komxebatê dibin.
Komxebat wê bi du beşan pêk were. Di beşa destpêkê de wê metirsiya dagirkeriya Tirk li ser dîroka Kurdistanê bê nirxandin. Ev beş wê ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDSK'ê Cemal Şêx Baqî û Endamê Rêveberiya KNK-Rojava Ebîr Hesab bê birêvebirin. Di beşa duyemîn de jî wê nêzîkatiya Kurdan a li vê pêvajoya dîrokî were nîqaşkirin. Ev beş jî wê ji aliyê Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif û Parêzer Fadil Mûsa ve bê birêvebirin.
Li gorî komîteya amadekar, tê payin ku komxebat bi gelek pêşniyaran bi dawî bibe û ev pêşniyar pêşkêşî hêzên Kurdistanî bêne kirin.
'KURD DIVÊ LI HEMAN REFÎ BIN'
Komxebatê bi axaftina Endamê Rêveberiya KNK'ê Ekrem Hiso dest pê kir. Ekrem Hiso anî ziman ku armanca komxebatê ew e, gelê KUrd li dijî metirsiyan bibin xwedî heman fikrî.
Ekrem Hiso diyar kir, KNK ji sala 1999'an û vir ve destnîşan dike ku Kurdistan yek e, nabe bê parçekirin û got, "KNK hewl dide li çar aliyên Kurdistanê Kurdan li heman refî bicivîne. Dagirkeriya Tirk niha êrişî hebûna gelê Kurd dike û armanca xwe dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye."
Hiso destnîşan kir ku gelê Kurd, YPG, HPG û hêzên pêşmerge li dijî dagirkeriyê radibin, hebûna gelê Kurd diparêzin û diyar kir ku divê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin.
'ARMANCA DEWLETA TIRK QIRKIRINA KURDAN E'
Hiso bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker tengav bûye, li gelek aliyan têk çûye û got, "Dewleta Tirk niha hewl dide ku li Astanayê hin civînan li dar bixe. Armanca xwe ya bingehîn ew e ku nehêle Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin. Lewma divê bê zanîn ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike."
Hiso ragihand, komxebat wê bi pêşniyaran bi dawî bibe, ev pêşniyar jî wê pêşkêşî gelê Kurd û hêzên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê bêne kirin.
Piştî axaftina Ekrem Hiso, nîqaşên li ser metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser dîroka Kurdistanê dest pê kir.