Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) endamên operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û êrişên li ser herêmên wan ragihand.
QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin.
‘BERXWEDANEKE DÎROKÎ HATE KIRIN’
Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tekoşîna xwe ya li hember paşverûtiya DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk, kêlî bi kêlî bi berxwedanek dîrokî, di dîroka şoreşên cîhanê de cihê xwe girt. DAÎŞ’ê ku bûbû belayê serê hemû cîhanê, destpêkê di aliyê erdnîgarî de hat xilaskirin. Îro jî di çarçoveya qonexek nû de têkoşîna li hember DAÎŞ’ê bi awayek xurtir berdewam dike. Di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi dagirkeriya xwe ve dixwaze tola DAÎŞ’ê ji gelên herêmê bigire, berxwedanek dîrokî tê nîşandan.
Di sala 2021’an de, ji destpêka salê heya niha operasyonên li dijî DAÎŞ’ê û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam kir. Encama têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û li dijî dewleta Tirk a dagirker ya 6 mehên destpêkê ya sala 2021 an wiha ye;
34 OPERASYON HATIN KIRIN; 245 ÇETE HATIN GIRTIN, ZÊDETIRÎ 50 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di 6 mehên destpêka sala 2021’an de, li dijî DAIŞ’ê 34 operasyon hatin lidarxistin.
Di wan operasyonan de bi giştî 245 çete hatin girtin. Di şerê van operasyonan de rû dayîn jî 3 çete hatin kuştin. Di wan operasyonan de, tunelek yê çeteyan hat dîtin. 1 motor û 2 mayîn hatin rûxandin. Herwiha miqdarek mezin cebilxane hat desteserkirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka salê heya niha, li dijî gundewarên Eyn Îsa û Til Temir, 206 caran êrişê topbaranê, ji 10 caran zêdetir jî êrişên bejahî lidar xistin.
Di encamê bersivdayina hêzên me de gelek caran şerê giran qewimîn û hewldanê çeteyan ya pêşde hatinê hatin vala derxistin.
Di wan şeran de bi gişî, zêdetirî 50 çeteyên dagirker hatin kuştin, 25 çete jî brîndar bûn. 4 wesayîtên zirxî û 2 doçka hatin ruxandin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Herwiha di wan şeran de gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.
Di encama wan şeran de 14 hevalên me gihiştin asta şehadetê.”