'Min bi YPJ'ê xwe nas kir'

Şervanên YPJ’ê Berfîn Efrîn û Evîndar Efrîn ku ji Efrînê ne, behsa tevlêbûna xwe ya li nav YPJ'ê, perwerdehiya li nav YPJ'ê, têkiliya hevrêtiyê kirin û bang li jinan kirin tevlî nav YPJ'ê bibin.

Şervana YPJ’ê Berfîn Efrîn derheqê sedema tevlêbûna xwe ya nav YPJ'ê got got, "Berî ez tevlî YPJ’ê bibim min xwe nasnedikir. Xwe naskirin, ne ku mirov bi navê xwe zanibe û mirov keça kê ye? Xwe naskirin ew e ku mirov mafên xwe nas bike.  Piştî ez tevlî bûm min nas kir. Li vir jin dikare xwe bi cewherî nasbike. Ji ber di jiyanê me ya malê de, me derdora xwe nasnedikir, em  li nav çar diwaran  asê bûn. Min digot; li derveyî van dîwaran jiyanek pir rengîn û veşartî heye. Ez li tiştinan digeriyam. Ew azadî bû!  Li ser wan esasan hin nakokiyên min çêbûn. Min fêm kir, xwe naskirin ew e ku mirov bi mafê xwe zanibe, fikr û hêza xwe bi cewherî nas bike. Min êdî zanî jin dikare parastina xwe bike, dikare şer bike."

Berfîn Efrîn bi berdewamî ji ber ku dixwest fêrî rêya têkoşînê bibe û pêşengiyê ji civakê re pir kelecanî bûye, bal kişande ser perwerdeyê, diyar kir ku wan bi perwerdehiyê çand û dîroka xwe nas kiriye û got, ''Dîrokê de gelek jinan ji gelê xwe re pêşengtî kirine. Min jî xwest weke wan pêşengtî ji gelê xwe re bikim.  Xeta rêya rast, xeta şehîdan û Rebêrtî bimeşînim. Di dîroka me ya nêz de jî, mînakên weke Şehîd Avesta, Barîn û Şehîd Rûken hene, min jî xwest bibim mîna wan jinên leheng. Hebûna min jî di nav civakê de hebe. Di rêya şoreşê de ya ku YPJ lê têdikoşe navê jinê pîroz û bilind e. Piştî wê zanebûnê baweriya min bi min hat ku ez gelê xwe nasbikim, dikarim pêşengtî jê re bikim. Ez niha pir kêfxweş im ku min ew çar diwar hilweşand.”

Derheqê perwerdehiya çekdarî jî Berfîn Efrîn got,'' Piştî perwerdehiya fikrî perwerdehiya çekdarî dest pê kir. Cara pêşî bû ku min radihişt çekê, ez tirsiyam, min got ez ê çawa biavêjim. Ezê bikaribim, hêza min wê têrê bike?  Piştî min fîşek avêt, ez hinekî sekinîm, qewet bi min re çêbû. Wê demê min hîs kir ku ez di nav şer de me. Min got êdî ez dikarim her tiştî  bikim. Roja destpêkê dema wextê nobet hat ez ranebûm. Min wate nedida, min digot nobet ji bo çiye?  Piştî demekê min fêm kir ji bo parastina ax  û welatê xwe nobet xalekî girîng a parastinê ye û her wekî din bi ji bo giştî jiyana leşkerî weke spor, rojbaş, îştîma tevlîbûna min xurt bû. Hêdî hêdî fêrî jiyanekî bi rêk û pêk dibûm.  

Berfîn Efrîn di nav YPJ’ê de tiştên herî zêde jê heskiriye bi mere parve kir :”Yekbûna jinê tesîr li ser min kir. Em her kêliyên jiyanê bi hevdu re derbas dikin. Ew hestek pir xweş e. Em hevdu hîs dikin. Em jin ji hev hez dikin. Niha em ber bi dawiya perwerda xwe ve tên, heskirinek pir xurt di nava min û hemû rêhevalên min de çêbûye. Piştî perwerdê, em her yek wê biçin cihên cuda yên tekoşînê û em ê encamên perwerdê jiyanî bikin. Ji ber min ji YPJ’ê hez kir, dema ez bûm YPJ heskirina gel jî bi min re çêbû.''

Şervana bi navê Evîndar Efrîn ku cihê xwe di wê perwerde de girtiye bi tevlîbûna xwe li ser guhertina jiyana xwe got“ Piştî ez tevlî YPJ’ê bûm, min guhertineke bi xwe derxist ku pir guherîme.. Di civaka me de, jin hîn azad nebûye. Hişmendiye dewletan ya ku li ser civakê serwer e, di vê civakê de jin bindeste. Ez jî, yek ji wan bûm. Heta jin jî  zilmê li jinê dike. Lê belê arteşa ku bi fikr û felsefeya Rêbertî xwe rêxistin dike, jin ji hevdu hez dikin, bi hevdu re alîkar dibin,  li hemberî hevdu wekhevî û rêzdarî heye û ew jî dihêle hevaltî ava bibe.”

Şervana YPJ’ê Evîndar Efrîn derheqê têkiliya hevrêtiyê ya jin û mêrên nav YPG, YPJ'ê kir û got,''Min destpêkê ji hevalên xort fêdî dikir. Lê min piştre fêmkir hevalên xort yên ku rihê hevaltî bijî, li ser xeta Rêbertî û şehîdan bimeşe, hevaltî di navbera me de pir xurt dibe û di heman demê de pir bi rêzdarî guhdarî rêhevalên xwe yên jin dikin. Hevalên jin dikarin wan hişyar bikin, di navbera wan de ferq û cudahî nîne. Çawa di şer de bi hev re têdikoşin û şehîd dikevin, di jiyanê de jî wîsa di nav tekoşînê dene.  ''

Evîndar Efrîn bi berdewamî got, ''Perwerdeyên herî min jê hes kirî rexne û rexnedayîn e. Em li hember nirxên şoreşê xwe ber çavan re derbas dikin û soz didin ji bo ku em kêmasiyan neyînin ser wan nirxan, ev jî mirov bi pêş ve dibe.''

Herî dawî Şervanên YPJ’ê Berfîn û Evîndar bangawazî li tevahî jinan kirin û gotin. “ Werin tevlî bibin, em şer bikin welatê xwe rizgar bikin û Rêbertî ji zindanê derxin. Werin em têbikoşin û bi tekoşîna xwe  jin û gelê Kurd bi serkeftinên mezin tacîdar bikin. Li vir perwerdeyeke pir xurt heye ji bo jinan, da ku jin bikaribin vîna azad bi xwe re avabikin û armancên xwe pêk bînîn. Riya azadiyê bi beşdariya refên YPJ’ê misoger dibe."