Cenazeyê şehîdê HRE’yê Dilşêr spartin axê

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîdê HRE’yê Ferhad Nasan (Dilşêr Efrîn) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê bi merasîmekê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ferhad Nasan (Dilşêr Efrîn) wergirt ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Piştre girseya gel berê xwe da Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê.

Li goristanê endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî da malbata şehîd. Îbo got: “Bi berxwedana ciwanên xwe ya li hemberî hovîtiya dagirkeriya Tirk û bi berdewamkirina vê berxwedanê, me ji cîhanê re isbat kir ku şoreşa me heta rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî berdewam e.“

Piştre Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Efrînê Fatme Lekto bi navê Rêveberiya Xweser axivî û got: “Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê dimeşîne şerekî taybet a mezin e. Li rex dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye û topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hinek kes mîna Ebdulhekîm Beşar ku welatparêziyê îdia dikin, dibêje tu sûc li Efrînê pêk nehatine.”

Lekto diyar kir ku sûcên li Efrînê pêk hatine, hatine belgekirin. Her wiha piştrast kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li dijî wan siyasetan heta rizgakirina Efrînê berdewam e.

Endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Elî Selame qala topbarana domdar a li dijî kantonê kir û got dewleta Tirk û çeteyên wê komkujiyan li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Selame destnîşan kir ku ruxmî dorpêçê û komkujiyan berxwedana şêniyên Efrînê berdewam e.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zeyneb Ebdo nasnameya şehadeta şehîd xwend.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Dilşêr Efrîn bi dirûşman spartin axê.