Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Mayîna DAÎŞ’ê bi leşkerên Şamê ve teqiya

Di encama teqîna mayîna çeteyên DAÎŞ’ê ya li çolistana Sûriyeyê çandibû, 1 endaê Dîfa El Wetenî, 2 leşkerên girêdayî rêveberiya Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên DAÎŞ'ê ya li çolistana Sexnê ya rojhilatê Humsê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê, endamekî Dîfa El-Wetenî hatin kuştin, 6 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê, ji 24'ê Adara 2019'an û vir ve di encama teqînên li çolistana Sûriyê de hezar û 558 leşkerên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê, her wiha hezar û 50 çeteyên DAÎŞ' ê hatine kuştin.