Rêveberiya Xweser û MSD`ê bi rayedarên Rûsya û Emerîka re civiyan

Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi şandeya Wezareta Karên Derve ya Rûsya bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re li Moskovê civiyan. Di heman çarçoveyê de şandeya MSD’ê li Washîngton jî bi rayedarên DYE’y re jî civiyan.

Duh li ser malpera fermî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) hate ragihandin ku li Moskov û Washîngtonê bi rayedarên Rûsî û Emrîka re hevdîtin hatine kirin.

Têkildarî hevdîtina yekemîn a bi rayedarên Rûsyayê re ev agahî hatin parvekirin: "Bi vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, şandeyeke MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Îlham Ehmed, hevdîtin bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re, pêk hat..”

Her wiha hate diyarkirin ku hevdîtin erênî bû û li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254`an li hev kirine û îşaret bi girîngiya beşdarbûna MSD`ê di çareseriya siyasî de hate kirin. Dîsa li ser binpêkirinên dewleta Tirk a li sereriya Sûriyeyê nîqaş hatin kirin.

Her wiha malperê ragihand ku hevdîtin di çarçoveya hevdîtina şandeya MSD`ê bi serkêşiya Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di îlona 2020`an de pêk hatibû, hatiye kirin.

Têkildarî hevdîtina li Washingtonê jî ev agahî hatin parvekirin: "Berpirsên Koşka Spî ji şandeya MSD`ê re teqezî li sozdariya rêveberiya serok Joe Biden bi hevalbendiya bi QSD`ê re û mayîna hêzên welatê wî li herêmê kir, heta ku DAÎŞ û şaneyên wê bi temamî bi dawî bibin û wê destekê bidin aramiya li herêmê.”

Li gorî malperê hevdîtin roja Înê li Koşka Spî pêk hatiye û şandeya MSD`ê bi nûnerên payebilind ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li Koşka Spî hatine cem hev. Di hevdîtinê de piştgiriya DYA’yê ya ji bo MSD û QSD`ê hat piştrastkirin.

Her wiha hevdîtin bi endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê re hatin kirin. Li gorî malperê hevdîtin erênî derbas bûne û têde desteka Washîngtonê ya ji MSD`ê re hate teqezkirin û îşaret bi girîngiya xebatên QSD`ê di şerê li dijî terorê de hat kirin. Her wiha hate piştrastkirin ku hevalbendiya wan wê dewam bike.

Şandeyeke MSD`ê ya bi serkêşiya Îlham Ehmed hefteya borî gihaştibû Washîngtonê.