Şehîd Mizel Mihemd spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hunidirîn Ehmed Mizel Mihemed bi merasîmekê li Hesekê spartin axê.

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mizel Mihemed ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwaneke bi dehan erebe ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir, piştre jî yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sultane Ezo û endamê rêveber ê herêma Hesekê Mehmûd axivîn.

Di axaftinan de sersaxî li malbatên şehîdan hatin dayîn û hate gotin ku ev qonax qonaxeke pir hestiyar e û pêdiviya wê bi çareseriyan ji bo tevahî Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Axaftvanan anî ziman ku ev qonax qonaxa hevsengiyên siyasî û blokên dewletên herêmî û navneteweyî ne. Hate diyar kirin ku ji bo wê pêwîstî bi hevgirtina tevahî pêkhateyan û bilindkirina têkoşîna siyasî heye.

Di merasîmê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya endamê TEV-DEM’ê şehîd Ronî Hesekê ragihand.

Her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ehmed Mizel Mihemed di nava diruşmên silavkirina şehîdan de spartin axê.