Li Şehbayê şehîd hatin bîranîn, dewleta Tirk û PDK hate protestokirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li Şehbayê şehîd bîr anî, dewleta Tirk û PDK jî protesto kir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê konê sersaxiyê li qada navenda meclîsê ya li bajarokê Til Qerah a kantona Şehbayê vekir.

Di çalakiya bîranînê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Îsamîl ê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de, Şukrî Serhed ê ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk di 17’ê Îlonê de li bajarê Silêmaniyê, Seîd Aclo ê di 29’ê Adara borî ji nexweşiyê û Erfan Golar ê di 14’ê Adarê de ji ber nexweşiyê şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daleqandin.

Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan  Hesen Birko di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî şêniyên Efrînê re, xwest.

Hesen Birko wiha dewam kir: "Armanca siyaseta dijmin ku PDK’ê li dijî hêzên gerîla û gelê Kurd bi rê ve, dibe ku hebûna gelê Kurd tune bike."

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Emîna Dinkilî jî axivî û behsa siyasetên PDK’ê li Başûrê Kurdistanê û ENKS’ê li Efrînê kir û got, “PDK bûye alavek di destê dewleta Tirk de.”

Emîna bêdengiya navneteweyî derbarê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re li dijî gerîla û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, şermezar kir.

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Mihemed Henan jî piştrast kir ku şêniyên Efrînê wê berxwedana xwe di malên hilweşandî de dewam bikin.

Paşê wesîqeta şehîd Mihemed Îsmaîl ji aliyê endamê KPC-Demokratîk Avdar Ebdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin û silavkirina Berxwedana Serdemê, bi dawî bû.