Qetlîama li gundê Dibis protesto kirin

Meclîsa Eyn Îsa û Meclîsa Kantona Girê Spî qetlîama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Dibis protesto kirin.

Meclîsa Navçeya Eyn Îsa îro bi daxuyaniyekê komkujiya ku li gundê Dibis (15 km rojavayê navenda Eyn Îsa) pêk hatiye, şermezar kir.

Berdevka meclîsê Werde Muslim bi amadebûna bi dehan endamên Meclisa Navçeya Eyn Îsa û Meclisa Kantona Girê Spî, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya ku vê sibehê artêşa dagirker li gundê Dibis pêk aniye, hat şermezarkirin ku di encamê de sivîlek hatibû qetilkirin û 5 sivîl birîndar bûbûn.

Her wiha bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hemberî komkujiyên domdar ên li dijî sivîlan, hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ew li herêmê ne da ku ewlehiya sivîlan li eniyên şer misoger bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclîsê bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku komkujiyên xwe li dijî sivîlan rawestîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro saet derdorê 04:00`ê berbangê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsa kir da ku gund dagir bikin û li ser rêya M4 serwer bin. Lê belê şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

QETIL KIRIN, TALAN KIRIN

Di êrişê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû, her wiha 5 sivîlên din birîndar bûn. Ji sivîlan navên Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83) û Terfa Merî El-Naşî, hatin naskirin.

Çeteyên dewleta Tirk her wiha milkên sivîlan talan kirin û bi dehan pezên wan dizîn.

Hêjayî gotinê ye di 6 rojan de, ev komkujiya duyemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên gund pêk tîne. Înê (17`ê Îlonê) jî komkujiyek pêk anîbûn û di encamê de 4 sivîl û di nav de zarokek şehîd bûbûn, 3 sivîlên din jî birîndar bûbûn.