YPG: Daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirk derew in
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a navbera 23-24’ê Îlonê de kiribû, derewand.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a navbera 23-24’ê Îlonê de kiribû, derewand.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser hesabê xwe yê Twitterê îdîayên Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk derewandin.
YPG’ê ev agahî parve kirin:
“Artêşa Tirk a dagirker her roj li herêmê welatiyên sivîl dikin hedef û bi nûçeyên derew dixwaze vê rastiyê berovajî bike. Îdîayên ku rojên 23-24’ê Îlonê li ser hesabên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk hatine kirin, ne rast in. Li herêmên navborî tu windahiyên me çênebûye.”