Şêniyên Eyn Îsayê di bin gef û êrişên dewleta Tirk de ne

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji 1'ê Îlonê û vir ve 65 caran bi çekên giran êriş birin ser Eyn Îsayê. 5 sivîl qetil kirin, 13 jî birîndar kirin. Xisar da gelek mal û zeviyan.

Dewleta Tirk ji bo li herêma Eyn Îsayê dagirkeriya xwe hîn bêhtir berfireh bike, tevî çeteyên xwe bi taybetî êrişî cih û warê sivîlan dike.

Gundê Dibisê yê Eyn Îsayê meha dawî bi çekên giran tê bombekirin. 17'ê Îlonê çar sivîl hatin kuştin, sê jî birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk 22'ê Îlonê saet di 04:30'î de hewl dan xwe berdin nava gundê Dibisê ji bo dagir bikin. Gule li nava gund reşandin û di encamê de Necib El Ewit (35) qetil kirin, Mihemmed Şerîf El Ewet (83), Zeynep Mihemmed Şerîf (30), Tirfa Miraî El Naşî û 3 kesên din ên ku navê wan nehate hînbûn birîndar kirin. Di encama bombekirina rêya bejahî ya M4 de Mehmûd Feyiz En Menfî birîndar bû.

Gundê Dibisê bi 15 kîlometreyan li başûrê Eyn Îsayê, li ser rêya bejahî ya navneteweyî ya M4 e. Li cihekî ku bi kîlometreyekê li bakurê gund e, baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker heye.

Êrişên li ser Dibisê û gundên din ên li herêmê bi giranî ji vê baregehê têne kirin.

Gundê Dibisê hem li ser rêya bejahî ya M4 e, hem jî li ser xeta Kobanê, Minbic û Sirînê ye, lewma xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi dagirkirina Dibisê dixwaze Kobanê, Minbicê û Sirînê ji xeta Eyn Îsa û Reqayê qut bike.