Li Hesekê 2 DAÎŞ’î hatin girtin

2 çeteyên DAÎŞ’ê yên di êrîşa li ser hêzên QSD’ê de cih girtibûn, di encama operasyona hêzên ewlekaryê ku hêzên esmanî jî destek kirin de, hatin girtin.

Di operayona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Hesekê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û rêjeyek cebilxane jî hatin desteserkirin.

Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

QSD’ê ev agahî parve kir:

"QSD’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên girêdayî rêxistinên terorî ku berê êrîşên li dijî hêzên leşkerî û ewlehî li herêmên Hesekê û gundewarên wê pêk dianîn, girtin.

Operasyona girtina çeteyan li gorî agahiyên îstîxbaratî li taxa El-Bomeîş a Hesekê pêk hat, her wiha çek, cebilxane û hin belgeyên wan hatin desteserkirin.

Ev operasyon di çarçoveya kedên QSD’ê yên pêkanîna ewlehî û aramiyê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat."