Dagirkeran bombe li gundekî Şêrawayê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.

Li gorî agahiyan, dagirkeran serê sibehê bombe li gundê Qinetirê barand. Hate ragihandin ku herî kêm 10 obus û hawan ber bi gund ve hatin avêtin. Li gorî dema herêmê heta saet 07:30'î êrişê dewam dikir.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêk û pêk her roj êrişê dibe ser Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi giranî jî cih û warên sivîlan têne bombekirin.

Dagirkeran 22'ê Îlonê ketibûn gundê Dibisê yê Eyn Îsayê û kesek qetil kiribûn, pênc kes jî birîndar kiribûn.