Dewleta Tirk êriş bir ser Eyn Îsayê: Kesek mir 6 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker xwe bera nav gundê Dibis a li rojavayê Eyn Îsayê da û gule li sivîlan reşand. Di vê êrişê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker saet di 04.00’an de hewl da xwe bera nav gundê Dibis ê li rojavayê Eyn Îsayê bide.

Di êrişê de gule li gundiyan hate reşandin. Di êrişê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) jiyana xwe ji dest da û hejmara birîndaran bû pênc. Di êrişa berê de jî kesek miribû û 4 kes birîndar bûbûn.

Gundê Xalidiyê û Hoşanê yên li rojavayê Eyn Îsayê û rêya M4’ê hate bomberdûmankirin. Di heman demê gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê jî hate bomberdûmankirin. Di van bomberdûmanan de sivîlekî 20 salî yê li ser rêya M4’ê birîndar bû.

Gundê Dibisê ji sibeha 21’ê Îlonê û vir ve tê bomberdûmankirin. Di 17’ê Îlonê de jî ev gund hatibû bomberdûmankirin û yek jê 17 salî 4 kesên sivîl hatibûn kuştin, 3 kesên sivîl jî birîndar bûbûn.