QSD: Li Dibisê 5 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

QSD'ê têkilî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser gundê Dibisê daxuynaî da. QSD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku 5 çeteyên bi ser dewleta Tirk ve hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkilî êrîşan dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Dibisê yê Eyn Îsa daxuyaniyek bi raya giştî re par vekir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê di daxuyaniyê de diyar kir hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê hatine şikandin. 

Daxuyaniya QSD'ê ya têkilî mijarê wiha ye:

''Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 22'yê Îlonê de di saet 3:45'an de êrişî gundê Dibis yê bakur rojavayî Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bike û rêya M4 ya navnetewyî têxe bin kontrola xwe.

Hêzên me bersiv dane êrişan û hewldanên dagirkirina gund têk bir. Her wiha di encama bersivdana hêzên de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn."

Têkilî hedefgirtina sivîlan jî QSD'ê wiha got. ''Di encama êrişa dagirkeriya Tirk de a li dijî herêmê, sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû û sivîlên bi navê Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed(83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yusif Mihemed Hec Hemadî (25) û Terfe Mirî birîndar bûn.''

QSD'ê bi domdarî bal kişand ser agahiyên şaş, xapandina raya giştî û xwe wekî parêzvan nîşandayîna dewleta Tirk û wiha got: " Dagirkeriya Tirk piştî êrişê bi rêya malperên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kirin û hew da ku raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide. Dewleta Tirk îdîayên derew belav dike, wekî ku şervanên me ew êriş pêk anîne, lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.''