Dagirkeran êriş birin ser Eyn Îsayê: Sivîlek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn

Çeteyên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve êriş birin ser gundê Dibisê yê Eyn Îsa, sivîlek hate kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn.

Dagirkerkeran  berê sibehê êriş anîn. Çeteyên bi ser dewleta Tirk ve li gundê Dibisê sivîlek qetil kirin.

Diyar bû kesê ku hatî qetilkirin Mecîd El Ewet ê 38 salî ye.

Di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûn. Ji van yek jê jineke 30 salî û yixtiyarekî 83 salî ye.

Berê sibehê êrişan dest pê kir. Êrîşên li ser gundê Dibisê van demên dawî zêde bûne.

21'ê Îlonê jî gund hatibû bombekirin. Bi kêmanî 4 top li gundê Dibistê ketibûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk êrîşê dibe ser jîgehên sivîl. Hema hema roj roj bi van êrişan sivîlan dike hedef.