Dewleta Tirk 3 Efrîniyên din revand

MÎT û çeteyên dewleta Tirk li Qîbareê 2 sivîlên Efrînî, li Ezazê jî ji Nexweşxaneya Şemarînê sivîlek revandin.

Li Qîbarê ku bendeke kontrolê ya MÎT'ê û çeteyên wê hene, 2 sivîlên ji Cindirêsê û Şerayê hatin revandin. Sivîlek jî li nexweşxaneya li rojhilatê Ezazê hate revandin ku tevî hevsera xwe çûbû nexweşxaneyê.

Bîreqder Mihemed Mistefa (51) ê ji gundê Aşka yê navçeya Cindirêsê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe ji aliyê MÎT'ê ve hate revandin. Li gorî agahiyan Bîreqder Mihemed Mistefa li ser banga hevkarê dewleta Tirk ENKS'ê ya 'Li Efrînê vegerin' dema dixwest vegere gundê xwe hatiye revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.

Her wiha ji gundê Qîbarê yê Şerayê Xelîl Tahir Mihemed jî hate revandin û ew birin zindana li Marê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku qaşo navê 'Hêzên têkoşîna dijî terorê' li xwe kirine, ji gundê Bedîna yê Racoyê Hebeş Reşîd Hebeş (26) ji Nexweşxaneya Şemarîn a li rojhilatê Ezazê revandin.