Şêniyên Eyn Îsayê: Cihê dewleta Tirk li vir nîne!

Şêniyên Eyn Îsayê ku timî dibin hedefa êrişên dewleta Tirk, diyar kirin ku armanc ji van êrişan valakirina herêmê ye û destnîşan kirin ku cihê dewleta Tirk li vê herêmê nîne.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî zêde kir. Hema her roj li vê herêmê êriş tê kirin. Êriş jî li dijî qadên sivîl in. 4'ê Tebaxê li gundê Safawiyê bav û sê zarok hatin qetilkirin. 17'ê Îlonê yek jê zarokekî 17 salî 4 sivîl hatin qetilkirin. Herî dawî 22'ê Îlonê hêzên dewleta Tirk ketin gundê Dibisê yê li bakurrojavayê Eyn Îsayê, sivîlek qetil kir, 5 jî birîndar kir. Li heman herêmê di bombardûmanê de 22'ê Îlonê sivîlekî din birîndar bû.

Şêniyên gundê Hîşê yê Eyn Îsayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan.

'CIHÊ DEWLETA TIRK LI VIR NÎNE'

Emîne Osman diyar kir ku yekane armanca dewleta Tirk valakirina herêmê ye.

Osman got, "Her roj êriş tên kirin" û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk ji bo me ji xaka me koçber bike bi her awayî êrişan dike. Bi salan e li her devera Sûriyeyê şer heye. Mirov têne herêmên me ji ber ku ewle ne. Lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk ewlehiya qadên me jî di metirsiyê de ne. Sivîl tên qetilkirin. Cihê dewleta Tirk li gel me nîne. Xwediyê vê xakê em in, tiştekî dewleta Tirk li vê xakê nîne. Lê belê her roj êrişan dike, zarokan dikuje, extiyaran direvîne. Xaka me dagir dike û mîna ku ev jî têrê neke çeteyên xwe li xaka me, li malên me bi cih dike. Rûsya ku li dijî vê yekê qaşo garantor e, li vê yekê temaşe dike."

'RÛSYA Û HÊZÊN DIN JINEDÎTÎ VE TÊN, HEBÛNA WAN A LI VÊ DERÊ BÊWATE YE'

Emîne Osman bi dewamî got, "Li xaka me bi cih bûne, lê belê her tiştên dewleta Tirk jinedîtî ve tên. Ji ber vê yekê ti wateya hebûna Rûsyayê li vê derê nîne. Ne tenê Rûsya, dewletên navneteweyî hemû bi heman rengî tenê ji bo berjewendiyên xwe li vê derê ne, dengê xwe ji dewleta Tirk nakin. Eger ev hêz bêdeng dimînin, hingî nîşan dide ku bi dewleta Tirk re berjewendiyên xwe hene. Kuştina ewqas sivîlan ne xema wan e. Ji ber ku xaka tê dagirkirin ne ya wan e, mirovên tên kuştin ne yên wan e. Em ji Girê Spî derxistin û Tirk bi cih kirin. Niha jî Rûsya dixwaze heman tiştî bike."

Emîne Osman bal kişand ser berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî dagirkeran û got, "Ew zarokên me ne. Bi saya wan em li malên xwe ne. Ew her roj li eniyê li dijî tank û bombayên dewleta Tirk me diparêzin. Em ê ti carî dest ji wan bernedin. Piştgiriya me ji bo zarokên me, ji bo şervanên me ne ku ji bo namûs û şerefa me jiyana xwe feda dikin."

'BI HER AWAYÎ TUNDÎ Û ZILMÊ DIKIN'

Hevserokê Meclîsa Hişê Xelîl El Îsa jî destnîşan kir ku wê xelkê herêmê bi hev re li ber dewleta Tirk û çeteyên wê rabin û got, "Dema dawî êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlan zêde bûn. Li gundên Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spî gelek êriş tên kirin. Di van êrişan de sivîl tên qetilkirin. Mal û gundên wan tên talankirin. Dewleta Tirk bi her awayî tundî û zilmê li sivîlan dike. Ev hemû jî li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewimin. Bi zanebûn van dikin. Ew rê didin dewleta Tirk. Di nava Girê Spî de jinan direvînin, mirovên extiyar direvînin. Em xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li dijî van hêzên radîkal, van hêzên ku Îslamê weke amûrekê bi kar tînin û zilmê dikin, em ê şer bikin û divê wan ji xaka xwe derxînin."

'YEKANE ARMANCA WAN KOÇBERKIRIN E'

Şêniyekî din ê gundê Hişê Xelef Gedro nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser gel da û got, "Gundê me li rêya M4 e. Timî dewleta Tirk û çeteyên wê bombeyan lê dibarînin. Gelek caran dema ku mirovên me li nava zeviyên xwe dixebitîn hatin bombekirin."

Xelef Gedro wiha dewam kir, "Armanca wan ew e ku herêmê ji sivîlan vala bikin û di nava gelan de fitneyê çêbikin. Dewleta Tirk êrişî xelkê herêmê hemûyan dike. Li Safawiyê û Dibisê komkujî kir. Li dijî me her cûre çekan bi kar tînin. Armanca xwe ya yekane ew e ku me ji xaka me koçber bikin. Her wiha li nava Girê Spî zilmê li mirovan dikin. Kes ji tirsan ji mala xwe nikarin derkevin. Mirov tên revandin û fîdye ji wan tê xwestin. Mirovan dikujin û malên wan talan dikin."