Tevgerên Ciwanan: Divê li parçeyên Kurdistanê ciwan rabin li ser piyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Dêrikê bi daxuyaniyekê banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Divê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê li çar perçeyên Kurdistanê ciwan rabin ser pêyan û her cihî bikin qada çalakiyan.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Dêrikê di çarçoveya çalakiyên ciwanan de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Tevgerên ciwanan anîn ziman ku ciwan deng li banga seferberiya ya komelên ciwan dikin û beşdarbûyîna xwe radigihînin.

Tevgerên ciwanan diyar kir ku divê ciwanên çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û got: “Divê êdî sînoran rabikin, dem dema ciwanên serhildêr û sînor ne naskirin e ji faşîzmê re. Wek ciwan em rê nadin vê yekê. Em ê 30‘ê mehê meşa dirêj li dar dixin em bang dikin ku tevahî ciwanên Rojava beşdar bibin û ber bi berxwedana gerîlayên azadiyê ve bimeşin.“

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de tecrîda li îmraliyê tê meşandin li dijî mirovahiyê ye, li ser rêbertiya me bi her awayî tecrîdeke giran heye. Rêber Apo rê neda polîtîkayên qirêj ên li ser gelê Kurd, şerê ku îro li çiya tê kirin nabe ku em ji berxwedana Rêber Apo qut bigirin dest, gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke mezin didin, divê em jî wek ciwan beşdarî vê berxwedanê bibin. Ji ber ku gerîla rûmeta gelê Kurd e. Divê ciwanên Kurd jî bi vê rumetê re bibin yek û li beramberê xiyaneta PDK’ê rawestin. Ji ber ku faşîzma dewleta Tirk bi rêya PDK’ê êrîşî gerîla û gelê Kurd dike. Her hevalek bi ruhekî fedayî û bê hempa li ber xwe dide. Ev ruhê fedayî rêya azadiyê bilindtir dike, heqîqet û felsefeya Rêber Apo her tim têkoşîn û berxwedaneke mezin dide ser milê me ciwanan. Em wek tevgera ciwanên Rojava û yekîtiya jinên ciwan banga seferberiya ya komelên ciwan kirine, em beşdarbûyîna xwe radigihînin. Divê ciwanên çar parçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan û êdî sînoran ji holê rakin. Dem dema ciwanên serhildêr û sînor ne naskirine êdî em ciwan rê nadin faşîzmê. Lewma em ê 30‘ê mehê meşa dirêj li dar dixin. Em bang dikin ku hemû ciwanên rojava beşdar bibin û ber bi berxwedana gerîla ve bimeşin.

Ji bo silavkirina gerîla û li dijî xiyanet û dagirkeriyê ‘Werin Cenga Azadiyê‘ û em ber bi azadiyê bimeşin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî berxwedana Îmraliyê“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.

Hêjayê gotinê ye ku wê li her qadek Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlêbûna meşa 30'ê mehê  wê daxuyanî bê dayîn.