Kongra Star tecrîda Îmraliyê protesto kir

Bi pêşengiya Kongra Star li Qamişloyê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin.

Bi dirûşmeya “Na ji tecrîdê re, belê ji azadiyê re, bijî Serok Apo” jinên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û PYD’ê hildan, ji Çerxerêya Siyahî ya Qamişloyê dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê veguherî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star Şaha Xelîl axivî û bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, rexne kir.

Şaha Xelîl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Piştre, şandeyek ku ji Gulistan Gulo, Menîca Heyder, Horiye Şemdîn û Iqlîma Hisên pêk tê, nameyek radestî komîseriyê kir û tê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.