Dewleta Tirk Til Temir bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din gelek gundên Til Temirê bomberdûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker careke din gelek gundên Til Temirê bomberdûman kir.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin saet di 15.20’an de gundên Til Tawîl, Tawîlê û Siker El-Iheymîr ê rojavayê Til Temirê hatin bomberdûmankirin.
Hate ragihandin di bomberdûmanê de xisar gihiştiye mal û milkên gundiyan.
Li Siker El-Iheymirê ya ku bûye hedefa êrîşan jî girekî dîrokî heye.