Li Kobanê çalakiya bi kon di roja 2’emîn de didome

Konê ku ciwanên Kobanê û Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê li qada şehîd Egîd vekirine di roja duyemîn de didome.

Bi dehan endamên Ciwanên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê li qada şehîd Egîd çalakiyeke bi kon dabûn destpêkirin.

Di daxuyaniya çalakiyê de ev tişt hate diyarkirin: “Em jinên ciwan û ciwanên şoreşger vî konê çalakiyê li Rêber Apo û li YJA Starê pîroz dikin. Armanca vî konî ji bo piştgiriya gerîla û şermezarkirina xeta îxanetê ye. Di heman demê de ji bo piştgiriya gerîla seferberî hatiye îlankirin. Wê dagirker li hemberî gerîla têk biçin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bila rabin ser xwe.

Li Rojava jî her dem jin dibin hedef. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bi keda jinê hatiye avakirin. Em Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger wê berxwedana me têkoşîna me bidome.”