Şêrawa bi dijwarî tê bombebarankirin

Dewleta Tirk gundên Aqibê, Soxanekê, Ziyaret, Bênê û Xiribkê yên Şêrawayê bi obusan bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi artêşa xwe ya ji çeteyên mîna DAIŞ’ê berhev kiriye, gundên Aqibê, Soxanekê, Ziyaret, Bênê û Xiribkê yên Şêrawayê bi obusan bombebaran dike.

Heta niha nêzîkê 200 guleyên obusan li van gundan ketine. 

Li gundê Aqibê ji ber ketina obusan agir malekê ket. Ji ber barandina bombeyan gundiyan nekarî agir vemirînin.