Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, li dijî dewleta Tirk banga yekîtiyê kir

Meclîsa Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê li gelan kir.

Meclîsa Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, têkildarê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Meclîsê daxuyanî da.

Alîkarê Meclîsa Reqayê El-Icêlî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kir û diyar kir ku armac dewamkirina li dagirkeriyê û guherandina demografiya herêmê ye. Di êrîşan de qanûnên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin.

El-Icêlî bang kir ku gelên Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bibin yek, bersivê bidin û li ber komployên wiha yên zirarê didin yekîtiyê Sûriyeyê rabin.

El-Icêlî, ji bo bidawîkirina dijminatiya dewleta Tirk, banga xebitîna bi hev re li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir.