MSD'ê bang li NY'yê kir: Tavilê dest li dewleta Tirk werdin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî gefên dewleta Tirk ên ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li civaka navneteweyî kir ku "tavilê dest lê werdin."

Piştî gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku 23'ê Gulanê gefa dagirkeriyeke nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hewldanên bicihkirina Sûriyeyiyan li herêmên ne yên wan piştî koçberkirina şêniyên resen ên bakurê Sûriyê, armanc jê guhertina demografiya herêmên Kurdan e. Ev yek li dijî biryara navneteweyî (2254) ya têkildarî vegera penaberan e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nexasim ku 30 kîlometreyên ku Erdogan behsê dike, cihê gelek pêkhateyên wekî Kurd, Suryan, Êzidî, Ermen û Ereb e. Li wê herêmê her wiha girtîgehên DAIŞ'ê û malbatên wan hene."

MSD'ê her wiha diyar kir ku dewleta Tirk tevî komên sûrî yên alîgirên wê tu herêmên ewle li Efrîn, Idlib, Girê Spî, Bab û Serêkaniyê ava nekirin, berojvajî binpêkirin û sûc li dijî şêniyên resen pêk anîn û Sûrî wekî çete di şerên xwe yên derve de pêk anîn. MSD'ê got, "Êdî diyar e ku dewleta Tirk armanc dike îmaretekê ava bike, tê de hemû tundrawan û serçeteyên wan kom bike, bi wê yekê wê bakurê Sûriyê bike stargeha hemû alîgirên xîlafeta Îslamê. Bi taybet herêmên Bakur û Rojihilatê hîna jî bi xeteriya vegera DAIŞ`ê re ye û şaneyên vê rêxistina terorîst li vê herêmê çalak in. Beriya çend mehan DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kiribû, armanc ji operasyonê rizgarkirina malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê bû, ku nêzî 60 hezar lê bi cih dibin û serweriya li ser herêmê û komkirina tundrawan bû."

MSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de teqez kir ku gefên dewleta Tirk xeteriyeke cidî li ser siberoja herêmê û aştiya herêmî û navneteweyî çêdikin û pê re dê hemû hewldan û xebatên têkoşîna li djî terorê vala derkevin û wiha pê de çû: “Her wiha xeteriyeke cidî li ser pêşeroja çareseriya siyasî li Sûriyê çêdike û armanc dike ku terorîst û tundrawan di aliyê jeo-siyasî di bin navê opozîsyonê de xurt bike û bi wê yekê wan beşdarî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyê bike.

Em her operasyoneke leşkerî ya muhtemel şermezar dikin. AKP`ê hewl dide hewldanên aramiyê li Sûriyê û xebatên navneteweyî ji bo istiqrarê, asteng bike. Welatên beşdarî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bûne xwedî berpirsiyariyeke sereke ne û dikarin rê li destwerdana Tirkiyê bigirin, ku dê bi xwe re karesatên mirovî, koçberî, qirkirina etnik û di serî de li dijî Êzidî, Xiristiyan û Kurdan bîne.

Em bang li civaka navneteweyî û NY`yê dikin ku cidî nêzî gefên Tirkiyê bibin, bi lez destwerdanê bikin û helwestên xurt û bi hêz nîşan bidin da ku xeyalên mayî yên sûriyan ji bo pêkanîna çareseriya siyasî biparêzin. Her wiha em bang li gelê Sûriyê û nûnerê wî dikin ku berpirsiyariya nîştimanî di ser berjewendiyên siyasî re bigirin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê esas bigirin."