Xelkê Kobanê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiya

Şêniyên Kobanê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê meşiyan û bang li raya giştî kirin ku li ber pîlanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê rabin. Her wiha destnîşankirin ku wê li dijî êrişkariyê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Endamên saziyên civakî, xwendekarên zanîngehê û ciwanên herêma Firatê jî di nav de bi sedan kes li Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê, xiyanet û tecrîda li Îmraliyê daketin qadan.

Girseya gel li Qada Jin a Azad li hev civiya û bi dirûşmeya "Bi vîna gelan û gerîla, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin, xeta xiyanetê û tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin" ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim daxuyaniyek da.

Enwer Mislim destnîşan kir ku yekane rêya çareseriyê projeya neteweya demokratîk e û got, "Dijmin ji vê projeyê ditirse. Lewma bi her awayî êriş dike û dixwaze projeyê tune bike."

Enwer Mislim işaret bi guhertina demografîk a bi destê dewleta Tirk a dagirker kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya cîhanê guhertina demografîk dike. Projeyên xwe yên herî metirsîdar bi cih tîne."

Enwer Mislim bang li gelên herêmê kir ku dakeve qadan, li ber dagirkeriyê rabin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.

Bi navê Kongreya Star Litfiye Silêman jî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo têkbirina aştî û azadiya gelan çi ji dest tê dike.

Litfiye Silêman diyar kir ku li dijî vê êrişkariyê divê ew têkoşîna xwe xurtir bikin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî xiyanet û dagirkeriyê bi dawî bû.