Efrîniyan ji bo axa xwe li ber baregeha Rûsan mîtîngek li dar xist

Gelê Efrînê yê ku niha li Şehbayê koçber e, bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û guherandina demografiya herêmê li ser herêma Efrînê li ber baregeha Rûsan a li Şehbayê mitîng li dar xist.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk û guhertina demografîk ku li Efrînê dike, meşiyan. Gel pankartên, "Na ji guhertina demografîk re", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Serkeftin para me ye" û bi sedan pankartên din ên ku pê dagirkerî û guhertina demografîk şermezar dikin hilgirtin. Her wiha bi sedan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên ku ji ber bombebarana dewleta Tirk şehîd bûne hildan. Xwepêşandan ji rêya sereke ya gundê Wehşiyê, heta bi baregeha leşkerî ya Rûsyayê yê ku li gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê a Şehbayê dewam kir. 

Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, li ser navê gelê Efrînê Nîhal Şêxo daxuyanî hate dayîn, di daxuyaniyê hat ragihandin ku ji bo vegera li Efrînê pêwîst e dewleta Rûsya û hemû dewletên garantor bi erka xwe rabin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin. Di berdewamiyê de heyetek ji gelê Efrînê hate şandin ji bo hevdîtina bi rayedarên Rûsan ên li wir re û dîtina çareseriyeke bingehîn ji Efrînê re.

Lê heta bi niha wan tu rayedar Rûsan nedîtine, ji ber wê gelê Efrînê çalakiya xwe veguherand mitîngê ta ku bersiveke cidî ji peyama xwe bigirin. Li gorî wê heta niha mitîng bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Efrînê“  û “Vegera li Efrînê soza me ye’’ berdewam e.