Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer têkildarî gefên nû yên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da pirsên ANF'ê.
Abdulkerîm Omer got, "Gefên Erdogan nû nîne. Ji destpêka şoreşê ve Erdogan dixwaze gelê Kurd tune bike. Her firsend û mijarê dixwaze bi kar bîne. Niha jî krîza Rûsya-Ûkraynayê, meşgûliyeta raya giştî ya navneteweyî ya bi vê krîzê re û nakokiyên Rûsya û NATO'yê yên li Rojava bi kar tîne. Rewşa tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê jî bi kar tîne. Dewleta Tirk her pirsgirêka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne."
Dewleta Tirk bi rêya komployeke nû dixwaze herêmeke din a li Sûriyeyê dagir bike. Qîma xwe tenê bi vê nîne. Di ser re dixwaze NATO'yê jî tevlî vê komploya li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Dixwaze tevlî zîhniyeta xwe ya şovenîst bike. Dewleta Tirk a ku li ser qirkirina gelan ava bûye, xwedî helwesteke bi vî rengî ye."
Abdulkerîm Omer bal kişand ser 'peymanên agirbestê' yên 17 û 22'ê Cotmeha 2019'an û wiha axivî: "Destpêkê di navbera DYE û Tirkiyeyê, piştre jî di navbera Pûtîn û Erdogan de peymanên agirbestê hatin îmzekirin. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD em li gorî van peymanan tevgeriyan, lê belê dewleta Tirk rojekê jî bi cih neanî. Bombardûmana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên bi droneyan dewam kirin. Sivîl hatin qetilkirin, li herêmên dagirkirî guhertina demografîk hate kirin.
Her du welatên 'garantor' li pêşberî van binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng man. Ev jî tê wê wateyê ku vê meseleyê qebûl dikin û alîkariyê pê re dikin. Bêdengî ji ber vê yekê ye. Me ev yek di hevdîtinên bi Rûsya, DYE û Koalîsyona Navneteweyî re anîn ziman. Lê belê tiştek nehate guhertin."
Abdulkerîm Omer anî ziman ku Erdogan projeya xwe ya bicihkirina 1.5 milyon penaberên Sûriyeyî li herêmê, di pratîkê de ji xwe pêk aniye û got, "Mînak berê li Efrînê nifûsa Kurdan ji sedî 97 bû, niha kêmî ji sedî 20'î ye. Di pratîkê de guhertina demografîk ji xwe tê kirin. Li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, bi her awayî sûc têne kirin. Dixwazin yên mayî jî koçber bikin û demografiyê bi temamî biguherînin.
Projeya nû ya dagirkeriyê ya dewleat Tirk hîn xetere ye. Erdogan ê şovenîst ku tunekirina gelan ji xwe re kiriye armanc, bi alîkariya raya giştî ya navneteweyî dixwaze 1.5 milyon penaberî li wê derê bi cih bike. Ev gotinên Erdogan li dijî mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî, biryara bi hejmara 1951 a Neteweyên Yekbûyî ya li ser penaberan û li dijî biryara çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ya bi hejmara 2254'an e. Em weke Rêveberiya Xweser alîgirê vegera penaberan e. Lê belê ev veger bi aramî û çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê dikare pêk were. Ji ber ku divê penaber ne li cihekî cuda, lê li xaka xwe vegerin."
Ji bo pirsa "Dagirkeriyeke gengaz wê tabloyeke çawa bi xwe re bîne?" Omer ev nirxandin kir:
"Êrişên dagirkeriyê yên Tirk piştgiriya ji bo jinûve tevgerkirina DAÎŞ'ê ye. Projeya Îslama Siyasî bicihananîna Mîsakî Mîllî ye. Êrişên dagirkeriyê yên gengaz wê bandoreke giran li aramiya herêmê bike. Ji bo ewlehiya herêmê metirsî ye. Bandora xwe wê ne tenê li ser me hebe, wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike.
Di sala 2022'an de çi ji Erdogan bê wê bike. Beriya hilbijartinên 2023'an ên li Tirkiyeyê hem êrişî vê derê hem jî bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê qala 'destketiyan' dike. 'Destketiyên' Erdogan tê wateya tunebûna gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li Kuristanê îmhayê li Kurdan ferz dike.
Gefên Erdogan xizmetê ji DAÎŞ'ê re dike. Erdogan berê jî DAÎŞ bi kar anî. Herî dawî di êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de armanca wan xerakirina aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Dixwestin ku gelek çeteyan birevîne û ji vê derê jî biçe Kampa Holê û herêmê careke din bi dest bixe. Erdogan di vir de bi ser neket. Hêzên me bi fedakariyeke mezin pêşî li vê girtin."
Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku ew ji berxwedanê paşve gavê neavêjin û got, "Ji aliyê dîplomatîk ve jî em ê kar bikin. Em ê careke din bi welatên garantor re têkiliyê deynin. Em ê peyamên xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê.
Gelê Kurd û tevahiya gelên Sûriyeyê divê li hemberî vê yekê xwedî helwest bin. Bi daketina qadan divê li ber van gefên dagirkeriyê rabin. Raya giştî ya navneteweyî û welatên garantor jî divê helwestê nîşan bidin. Bang li dîaspora Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim; Em hemû xwedî helwest bin, biherikin qadan. Li dijî gefên dagirkeriyê çalakiyan bikin.
Hikumeta Şamê jî li dijî van gefên ku li dijî serweriya Sûriyeyê têne kirin divê xwedî helwest be. Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî divê pêşî li gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bigire."