Ferhad Şamî: Dewleta Tirk wê derbeke giran bixwe

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Şamî diyar kir li qadê tevgerke berbiçav a dewleta Tirk tune lê li ser planeke xetere dixebite. Şamî diyar kir ew li benda êrişeke dagirker a nû ne û got “Em amade ne li hemberî her cure êrişê li ber xwe bidin.”

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhad Şamî gotina nîşaneye êrişeke dagirker a nû ku Serokkomarê Tirk Erdogan di 23’ê Gulanê de li hemberî Qadên Rêvegeriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû û rewşa dawîn ji ANF’ê re nirxand.

Şamî diyar kir bi gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk MÎT û çeteyên wê dest bi êrişeke mezin a şerê psîkolojîk û propagandayê kirine û got “Heta niha li qadê tevgereke nû ya berbiçav a dewleta Tirk û çeteyên wê tune. Di pozîsyona hêzên navneteweyî yên li qadê jî guhertineke stratejîk tune.”

JI SALA 2011’AN Û VIR VE LI PEY DAGIRKERIYÊ NE

Ferhad Şamî diyar kir dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve li pey dagirkirina axa Sûriyeyê ye û got “Ji bo dewleta Tirk êriş ne amûrek e, armanc e. Hedefa dewleta Tirk ev e ku axa Sûriyeyê dagir bike. Erdogan dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û ji ber vê jî hincetên derew nîşan dide ku qaşo hêzên me êrişî Tirkiyeyê kirine. Tiştekî wisa tune. Erdogan û dewleta Tirk dixwazin plan û hedefên xwe yên sala 2011’an pêk bînin.

Bi taybetî piştî şerê Ukraynayê di nava Tirkiyeyê de hin pirsgirêk hene. Di heman demê de pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Rûsya, Emerîka û bi dewletên din re jî hene. Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê îstîkrarek bi pêş bikeve û dixwaze şer bidome. Dixwaze êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne. Naxwaze li herêma me îstîkar û jiyan pêk were, bi êrişan re dixwazin gel bidin koçkirin. Yek ji sedema bingehîn a gef û amadekariyên êrişeke dagirker a nû ev e.”

EM LI BENDA ÊRÎŞEKÊ NE

Şamî diyar kir Erdogan di 23’ê Gulanê de diyar kiriye dibe ku ew êrişî Qadên Xweser a ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û got “Em li van qadan li benda êrişeke nû ne. Ev êriş wê herêmî be yan jî berfireh be, em hê vî tiştî baş nizanin. Wê di demeke nêz de gelo êrişeke wisa ya dagirker pêk were yan na, ji bo gotina vî tiştî jî zû ye. A niha li qadê tevgereke wisa ya zelal tune. Li tu qadê ji bo êrişê leşker û çete kom nebûne.Lê jixwe dewleta Tirk a niha beşeke mezin a axa Sûriyeyê dagir kiriye. Ne bi tenê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, beşeke mezin a qadên ku dagir kiriye li bakur û rojavayê Sûriyeyê ye. Li qadên wekî Îdlîb, Efrîn, Cerablûs, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî herî kêm 50 hezar leşkerên Tirk, bi 10 hezaran çeteyên wê û bi hezaran tankên wê hene.”

BI DAÎŞÊ RE PROJEYA ÇEMBERA REŞ PÊK TÎNIN

Şamî diyar kir tevgereke berbiçav a dewleta Tirk tune lê ev demek e li ser planeke xetere dixebite û got “Dewleta Tirk a aniha li Sûriyeyê planeke bi navê çembera reş pêk tîne. Li qadên temasê çeteyên wekî DAÎŞ’ê tîne. Bi taybetî ji başûrê Efrînê heta Bab, Cerablûs, Minbîc û heta rojavayê Koban.ê li van xetên temasê çeteyên Heyet Tahrîr Şam (Cephet El Nusra), Hurras El Dîn û çeteyên DAÎŞ’ê bi cih dike, dixwaze di demên pêş de li hemberî hêz û qadên me, vî tiştî pêk bînin. A niha li ser vî esasî plansazî û tevgerek heye.”

ÊRÎŞEKE PROPAGANDAYÊ HEYE

Şamî diyar kir ji xeynî vê gefa dagirker a dewleta Tirk, çeteyên girêdayî dewleta Tirk û MÎT li ser vî esasî êrîşa propagandayeke mezin û şerekî psîkolojîk dike û got “MÎT û çete wekî ku Tirkiye li qadê amadekarî û kombûneke leşkerî dike agahiyan dide lê li qadê tu tevgereke wan tune. Di pozîsyona hêzên navneteweyî yên li qadê jî guhertineke stratejîk tune. Hêzên navneteweyî yên li qadên me, li cihên xwe ne. Xwe venekişandine. Lê herî dawîn li qadên wekî Kobanê û Eyn Îsayê di tevgerên Rûsyayê de zêdebûnek heye. Dibe ku di demên pêş de tevgera hewayî û bejahî ya Rûsyayê ya li qadê zêdetir bibe.”

BERTEKÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NE XURT IN

Şamî diyar kir wan îxtîmala ku Tirkiye êrişeke nû ya dagirker bide destpêkirin ragihandine ji hêzên Rûsya, Emerîka û hêzên Koalîsyona Navneteweyî û got “Ew ji me re diyar dikin ku wan destûr nedane dewleta Tirk êrişeke nû bike. Li hemberî van gefên dewleta Tirk hinek hêzên navneteweyî bertek nîşan dan, lê ev bertek ne xurt bûn. Me fikra xwe ya li ser vê meseleyê ragihand ji wan re. Me bang li wan kir ku bila bi awayekî eşkere û zelal di warê leşkerî û qanûnî de pêngavan biavêjin, li hemberî gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk bin û Tirkiyeyê bidin sekinandin.”

‘BI AŞTIYÊ EM Ê BERSIVÊ AŞTIYÊ, BI ŞER JÎ EM Ê BERSIVÊ BIDIN ŞER’

Ferhat Şamî diyar kir ew li hemberî êrişeke nû ya dagirker a dewleta Tirk amade ne û got “Ev demeke dirêj e li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk em amadekariyên xwe didomînin. Heke êrişî herêmên me were kirin, wê gelek herêm tevlî vê meseleyê bibin. Wê ev êrîşa dagirker a dewleta Tirk bi tenê xisarê nede herêmên me, wê pozîsyona hêzên navneteweyî yên herêmê jî derbê bixwin. Wê dewleta Tirk a dagirker jî derbeke mezin bixwe. Slogana me ev e, em ê bi aştiyê bersivê bidin aştiyê, bi şer jî bersivê bidin şer. Heke li hemberî qadên me êrîş û şerekî mezin pêk were, em ê jî şerekî mezin bikin.”