'Erka siyasî ya her partî û rêxistinê, parastina nirxên gel e'

Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser pîlanên Erdogan ên ji bo guhertina demografiya herêmê û destnîşan kir, ku partî û hêzên xiyanetkar, ji dijmin ne cuda ye.

 

Efrîn bajarekî Kurdistanî ye. Piştî hilweşandina dewleta Osmanî di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de û di encama Peymana Sykes Picot (29 Nîsan 1916) de Kurdistan kirin çar parçe û Efrîn jî di nav vê perçekirinê de li aliyê Rojava ma. Cihên girêdayî dewleta Sûriyeyê, piştî rejîma Baasê hat ser desthilatdariyê siyaseta înkar û qirkirinê li ser gelê Kurd meşand. Li hember vê yekê gelê Kurd li Efrînê li dijî şovenîzma Baasê li ber xwe dida, ziman û çanda xwe diparast.

Di sala 2011’an de dema ku gelê Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê serî hilda Kurdan jî dest bi şoreşê kir û di 20’ê Tîrmeha 2012’an de Efrîn ji rêjîma Baasê hat rizgarkirin. Êdî gelê Efrînê sazî û meclîsên xwe ava kirin. 29'ê Çileya 2014’an Rêveberiya Xweser li Efrînê hat ragihandin, lê belê  20’ê Çileya 2018’an bi piştgirî û alikariya Rûsyayê, Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir û gelê Efrînê jî dest bi berxwedanê kir. Tirkiyeyê ji êrişên xwe yên du mehan encam negirt û vê carê bi vekirina qada hewayî ya ji aliyê Rûsyayê ve bi balafîrên şer êrişî Efrînê kir.

Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin heta roja îro dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên cuda dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Ji ber êrişên dagirkeriyê û zilma dewleta Tirk ji sedî 75 şêniyên Efrînê koç kirine. Dagirker dixwaze biyaniyan bîne li ser axa herêmê bi cih bike û bi vê yekê jî dixwaze nasnameya Kurdî ji holê rake. Her wiha sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê jî li herêmê berdew in. Ji sala 2018’an û vir de bi dehan welatî hatine revandin û qetilkirin. Dîsan xwezaya herêmê tê talankirin.

'GUHERÎNA DEMOGRAFIYÊ SÛCÊ ŞER E'

Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa der barê rewşa dawî ya Efrînê de axivî. Îsa li ser rewşa guhertina demografîk a ku ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve li herêma Efrînê tê kirin got ku guhertina demografîk tune kirina civakeke xwedî nirx hebûn û dîrok e û li şûna wê bicihkirina civakeke biyanî ye. Îsa diyar kir ku di zagonên navneteweyî de guhertina demografîk sûcekî şer e û wiha axivî: "Bi guhertina demografîk tiştên dîrokî yên ser erd û binerd jî bi xwe re tune dike û wê civakê ji çand û ziman û hebûna wê qut dike û ew bi xwe bi fizîkî tune dibin."

'BERHEMÊN DÎROKÎ TUNE DIKIN'

Îsa bi lêv kir ku di dîrokê de gelek neheqî li Kurdan hatine kirin û wiha pê de çû: "Gelek sûcên bi vî rengî yên wek koçberî û kuştin li ser Kurdan hatine kirin. Ev neheqî di cîhanê de jî û li Rojhilatê Navîn jî li ser Kurd pir hatine sepandin. Dema dijmin bixwaze mirov tune bike ewil bermahiyên dîrokî yên mirov tune dike. Hemû bermahiyên paşerojê, çand û hebûnê jî dixwaze bi xwe re tune bike, ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze destpêkê li Efrînê van bermahiyên dîrokî yên wek Kelha Hûrî tune bike û çiyayên Seman kirine cihê talanê. Ew bixwe dixwazin bi van bermahiyan bazirganiyê bikin û bermahiyên dîrokî yên Kurdan tune bikin."

'DIVÊ DAGIRKER WERIN TEŞHÎRKIRIN'

Îsa da anî ziman ku erka sereke ya her rêxistina siyasî ya ku dixwaze li ser navê gel xwe pêşniyaz bike, parastina nirxan e û wiha dom kir: "Her kesê ku destdirêjiyê li bermahiyên Kurdan bike divê were teşhîrkirin û li hember were rawestandin. Partiya siyasî ya ku armancên gelê xwe ji xwe re neke armanc ne partiya siyasî ye û bi rola xwe ya dîrokî ranabe û bi rola dijmin rabe li wê partiyê navê xiyanetkar tê kirin û ji dijmin ne cuda ye. Her partiya ku bibêje ew rola parastina civakê dike û ji bo azadiya civakê têdikoşe divê xwe dûrê planên dijmin bigre."

'HER ROJ MIROV TÊNE REVANDIN'

Îsa diyar kir ku hin partiyên siyasî yên wek ENKS’ê dibêjin ku rewş li Efrînê aramî ye, divê gel wer ser axa xwe û ev tişt got: "Ebdilhekîm Beşar dibêje divê gel vegere li Efrînê bi cih bibe. Lê gel ji bo xwe û namûsa xwe û hebûna xwe biparêze ji ber van kujeran reviyaye. Heta ku cihê gel neyê parastin gel bê revandin û kuştin venagere. Îro li Efrînê gel tê revandin û kuştin û tunekirin. Dest dirêjê namûsa gel tê kirin." 

'XIYANETA PDK’Ê'

Îsa bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê û wiha got: "Niha PDK bi fermî, li ber çavên Kurdan xiyanetê dike. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk mînaka herî berbiçav a xiyanetê ye. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd ên bi destê xiyanetê hatine girtin û tên ragirtin di zindanên dijminan de. Dewleta Tirk û PDK ên ku wek wan nafikirin dixwazin tune bikin."

'DIXWAZIN BIYANIYAN LI EFRÎNÊ BI CIH BIKIN'

Îsa, işaret bi dewletên wek Qeter, Kuwêt û Îsraîl ên destên wan di guhertîna demografîk de heye kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rêxistina bi navê Îxwan El Mûslimîn dixwaze vê projeya ku dewleta Tirk bi rê ve dibe bi cih bîne û gelê Kurd di vir de tune bikin. Ew kesên Filistînî yên ji mêtingeriya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye avakirin nefret dikin û li vir piştgiriya dewleta Tirk dikin ku dewleta Tirk li Efrînê gelên din bi cih bike. Projeyên ku dewleta Tirk dibêje wê nêzî 3 milyon mirov li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û bi hemû pêkhateyên wan bi Kurd Ereb û bi taybet Kurdan ew kesên girêdayî vê zihniyetê girêdayî dewleta Tirk in û berjewendiya wan û dewleta Tirk di vê yekê de heye."