Şêxên eşîrên Ereban: Em bi QSD'ê re ne; heta azadiyê em ê têbikoşin

Şêxên eşîrên Ereban li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker diyar kirin ku ew bi QSD’ê re ne û heta azadiyê wê têbikoşin.

Demeke dirêj e ku dewleta Tirk ya dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Li hemberî êrişan şêxên eşîrên Ereban diyar kirin ew bi Rêveberiya Xweser re ne û ew ê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin.

Şêxê Eşîra Bû Esaf, Hemed El Xelef diyar kir ku ew êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û got, "Gotineke pêşiyên Ereban heye dibêje dijminê hov tu carî rast nabe. Vê dijminatiya dewleta Tirk ne ku niha dest pê kiriye, ev dijminahî ji zû ve ye didome. Bi sedan salan dewleta Tirk çav berdaye ser axa me û dixwaze bi van êrişan axa me dagir bikin. Em şêxên eşîran diyar dikin ku divê em bi Rêveberiya Xweser re bin. Dewleta Tirk bi her êrişê re têk diçe. Em gelên Sûriyeyê tu xeta îxanetê di nav xwe de qebûl nakin. Wê gelên me bi rêveberiya xwe re bin. Ji ber ku em dizanin armanca dewleta Tirk ev e ku fesadiyê bike û gelan ji hev qut bike. Dewleta Tirk careke din êrişî çiyayên Kurdistanê kir û dixwaze li wir jî parçekirinekê pêk bîne. Vî tiştî jî bi rêya malbata Barzanî û xeta îxanetê dike. Em eşîrên gelên herêmê dibêjin na ji dagirkeriyê ye, na ji parçebûna Sûriyeyê re. Kesên li dijî azadî û hebûna me, cihê wan di nav me de tune."

Şêxê eşîra Hatim El Tayif, Elî El Mihêmid ê ji bajarê Reqayê jî diyar kir ew êrişên li ser çiyayên Kurdistanê û yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û got, "Em yek gel in, çi Dirûzî be, çi Ereb, çi Kurd û çi jî gelên din. Dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê çav berdane axa me û dixwazin axa me talan bikin. Dewleta Osmaniyan jî 400 salan Sûriye dagir kiribûn, dewleta Tirk jî dixwaze heman tiştî bike. Em tu carî vê dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin. Ji ber ku em xwedî vê axê ne û cihê kesên dagirker li ser axa me tune. Em ji dewleta Tirk re dibêjin axa me pîroz e û em ê nehêlin axa me ya pîroz were dagirkirin."

El Mihemed diyar kir ji ber berxwedana wan ew spasiyên xwe li QSD’ê dikin û got, "Em her dem bi QSD’ê re ne. Em ji zarokên xwe re jî dibêjin bi QSD’ê re bin, bi wan re bibin dilek û destek. Ji ber ku em bi azadî bijîn, me bi hezaran şehîd dane."