Li hemberî dagirkerî û xiyanetê çalakiya konvendê

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên herêma Firatê ji bo piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re û li hemberî xiyaneta mala Barzanî çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên herêma Firatê ji bo piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re û li hemberî xiyaneta mala Barzanî çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Çalakiya konvedanê li qada Şehîd Egîd a nevanda Kobanê bi şiara “Konê Seferberiyê“ hate destpêkirin. Li qada kon wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, HPG û PKK’ê hatin daliqandin. Ciwanên Herêma Minbic, Tebqa, Reqayê, Meclîsa Malbatên şehîdan a Kantona Kobanê û endamên Sûriyeya Pêşerojê tev li çalakiyê bûn. Çalakî bi daxuyaniya zimanê Kurdî û Erebî destpê kir.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mezlûm Hemo, daxuyaniya bi zimanê Kurdî xwend. Hemo anî ziman ku ji bo piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re wan dest bi çalakiya konvedanê kiriye û got: “Bi tevlêbûna hemû ciwanan em konê çalakiyê datînin, ji hemû ciwan û saziyên kon danîne re dibêjin hûn bi xêr hatine. Em ê timî piştgiriya gerîla bikin û em bang li tevahî ciwanên Rêber Apo dikin ku bila rabin ser pêyan."

Daxuyaniya bi zimanê Erebî jî ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê Ehmed Cibêlî ve hat xwendin. Ehmed destpêkê bixêrhatinê dest bi axaftina xwe kir û got: “Ji navenda bajarê Kobanê em bang li tevahî gelan dikin ku rabin ser piyan û li ber van kiryarên derexlaqî rabin. Em wek ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê rabin li ser piyan. Em ê timî li ser xeta neteweya demokratîk û li ser felsefeya Rêber Apo bimeşin û wê her tim serkeftin para Kurdan be."

Çalakiya konvedanê bi çalakiyên cuda berdewam dike.