PYD: Divê civaka me vegere li ser xaka xwe û herêmên xwe ji nû ve ava bikin
PYD`ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka Êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.
PYD`ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka Êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera 9`an a Komkujiya Şengalê de ku çeteyên DAÎŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an pêk aniye, daxuyaniyek da.
PYD’ê anî ziman ku dijminê gelê Kurd fêm kirin ku Şengal dîrok û rastiya çandî, bawerî û berxwedana gelê Kurd e ji ber wê êrîş kirin û got: “Divê em bizanin ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê sala 2014`an planek ji bo qirkirina Kurdan amade kir û di wê çarçoveyê de, êrîş Şengalê kirin û ber bi herêmên Kurdistanê ve fireh bûn heta gihaştin Kobanê lê bi bin ketin.
Di salvegera fermanê em dibêjin ku komployên li dijî gelê me yê Êzidî berdewam in. Ji bo wê divê em li xwe vegerin, dijmin nas bike û li rêbazên berxwedanê û xurtkirina destkeftiyên şehîdan bigerin.
Em bejna xwe li ber şehîdên Şengalê û şehîdên Azadiya Gelê Kurd ditewînin. Soz didin wan ku dev ji pêkanîna Azadiya Gelê Kurd, rûmet û mafên wî bernadin.
Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku li warên xwe vegerin, herêmên Êzidî û cihên xwe yên pîroz ji nû ve ava bikin û pêş bixin. Em bang li hêzên demokratîk û rêxistinên mirovî dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin û êşa hatiye serê wan bi jenosîd binirxînin. Li hember gefên li dijî Êzidiyan bisekinin.”