Komeleya Stêrk a Zarokan li Qamişloyê navenda xwe vekir
Komeleya Stêrk a Parastin û Şopandina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke” navenda xwe li Qamişloyê vekir.
Komeleya Stêrk a Parastin û Şopandina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke” navenda xwe li Qamişloyê vekir.
Komeleya Stêrk a Parastin û Şopandina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Her zarokek stêrkeke” navenda xwe li kolana Xelîc a bajarê Qamişloyê vekir. Şêniyên bajar, endamên komeleyê, Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêvberiya Xweser tev li merasîma vekirinê bûn.
Di merasîma vekirinê de rêvebera Komeleya Stêrk a Parastin û Şopandina Mafê Zarokan Cûliya Xelo axivî û vekirina navendê li hemû zarokan pîroz kir. Cûliya Xelo got: "Şerê ku li herêmê rû daye bandor li derûniya bi dehan zarokan kiriye. Armanca me ya ji vekirina vê navendê ew e ku em zarokan di her alî de biparêzin."
Merasîma vekirinê bi stran û govenda zarokan bi dawî bû.