YPG: Em ê her dem bi gelê xwe yê Êzidî re bin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Wekî duh îro û sibê jî em ê bi hemû hêza xwe bi civaka xwe ya Êzidî re bin. Şehîdên me yên qehreman parastina Şengalê ji me re wekî emanetekê hiştin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Wekî duh îro û sibê jî em ê bi hemû hêza xwe bi civaka xwe ya Êzidî re bin. Şehîdên me yên qehreman parastina Şengalê ji me re wekî emanetekê hiştin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera 9’emîn a fermana Şengalê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de, di serî de jin, tevahî gelê ku bi awayekî hovane hatine qetilkirin bi rêzdarî hatin bibîranîn û hemû kes û hêzên ku ev komkujî plan kirine û pêk anîne, hatin şermezarkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qetlîama li ser Êzidiyan di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran e û hat gotin: “Di serî de hêzên berpirsên herêma Şengalê yên wê demê, tevahî dewletên herêmî û navneteweyî li hemberî vê qetlîamê xwe kor û ker kirin. Ev komkujî ne tenê ji bo herêmê ji bo mirovahiyê jî şermeke mezin bû. Ji bo ku gelê me yê Êzîdî careke din bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû nemîne, mirovahî û hemû hêzên cîhanî deyndar in ku bi gelê me yê Êzîdî bin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya ku ji bo hebûna xwe didin meşandin.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, YPG û YPJ’ê li Şengalê û hat diyarkirin ku bi berxwedana keç û xortên Şengalê ya li rex gerîla û şervanên YPG-YPJ’ê pêşî li “vê qirkirina xedar” hate girtin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirina Êzidiyan a ku DAIŞ’ê nîvço hiştibû, îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide temam bike. Li hember êrişên dewleta Tirk ên dijî gel û hêzên parastina Şengalê bang li hemû dewlet û hêzên navneteweyî hat kirin ku bikevin nav liv û tevgerê û dewleta Tirk a dagirker ku hevkariya DAIŞê dike bidin sekinandin û hêsabên pêwîst jê bipirsin.
Fermandariya YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de soza xwedîderketina li Şengalê dubare kir û diyar kir, “Em ê îro û her tim weke duh bi hemû hêza xwe bi gelê xwe yê Êzîdî bin. Eger êrîşeke nû li ser gelê me yê Êzîdî pêk bê, em ê vê weke êrîşa li ser xwe bihesibînin û li gor wê tevbigerin. Şehîdên me yên qehreman Şengal ji me re weke emanet hiştin.”