Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Meclisa Dayikên Şehîdan a Reqayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şermezar kirin û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin.

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, li pêş avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 3′yê Tebaxê de li Qamişloyê wesayîtek da ber bombeyan û di encamê de fermandarek û 3 şervanên QSD′ê şehîd bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiya El Ehmed daxuyanî xwend û got ku gelên demokrat ji xwe re rêya jiyana hevbeş diyar kiriye û ji mafên wan e ku destkeftiyên bi keda bi hezaran şehîdan pêk hatine, biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca bi êrîşkirina wesayîtên fermandar, rêveber û welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina vîna gelê herêmê ye, rê li ber zindîkirina DAIŞ′ê were vekirin, herêmên Sûriyeyê werin dagirkirin û dewama komploya li dijî herêmê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Malbatên şehîdan got ku ew nahêlin tu kes destdirêjiyê li yekitiya gel û vîna wî bike û wê piştgiriya hêzên xwe bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bikoşin.