'Ji bo civakeke exlaq û polîtîk em hene û em ê hebin'

"Kêliya ku êdî, dest bi jêkirina lingê min kirin, min bi sewteke bilind, strana Kobanê îro Xemgîn e stra. Di nava wê stranê de weke pepûleyan di wan peyvan de difiriyam. Her tîpek jî dibû parçeyek ji canê min."

Her kêliyê di vê şoreşê de efsaneyeke û bi dehan berxwedanî di nava rûpelên dîroka bi êş de hatine nivîsandin, lehengên vê axê jî zarokê vê axê ne. Yek ji lehengên vê efsaneyê yê di berxwedaniya Kobanê de, Ebdulqadir weke her ciwanekî evîndarê azadiyê ye, di temenê xwe yê bi ciwantî de, tevlî nava şoreşa Rojava bû. Ebdulqadir dibêje, "eger min niha jî karîba min ê bedena xwe qurbanî Kobanê kiriba."

'EVÎNDARÊ ŞOREŞÊ ME'

Ebdulqadir Mislim Remî yê di sala 1988’an li gundê Yaremez yê Kobanê ji dayik bû. Remî weke ciwanekî Kurd di bin desthilatdariya hikumeta Şamê de bû, ew jî evîndarê şoreşê bû. Şoreş ji bo wî bû firsend ku ew jî bikaribe têbikoşe û bêje 'ez Kurd im' û cihê xwe di vê şoreşê de bigre. Wî got, 'bi hatina şoreşê re min xwe nas kir û min tehma azadiyê kir' û çîroka xwe wiha berdewam kir; "Ez jî di zarokatiya xwe de weke her kesê ku di nava pençên dagirkerî û mêtingeriyê de bûn. Min dibistana xwe qedand û derbasî zanîngehê li Şamê bûm. Li wir min beşa Dadê xwend. Min çavê xwe di malbateke welatparêz de vekir. Di nava gel de piştî şoreşê êdî me dest bi kar kir û alîkarî jî ji gel werdigirt.

Me DAÎŞ têk bir. Me perwerdeya xwe li Efrînê kir, piştî perwerdeyê min di asayîşa Kobanê de cih girt, piştre jî berê xwe da Desteya Perwerde û Fêrkirinê û li wir karê xwe berdewam kir. Çeteyan êdî hêdî hêdî êrîş dikirin. Li wir min berê xwe da Girê Şehîd Xabûr, em di şer de man heta ku gihişt bajarê Kobanê. Tevî ku gelek heval jî şehîd bûn lê ti carî seknandin tune bû, hîna zêde îradeya me xurt dibû. Her kes jî dizane ku DAÎŞ tu kesî nas nake, ne jin, ne zarok ne jî kal. Tenê êrîş dike, talan û wêran dike. Di vir de êdî me soza ‘heta serketinê em ê li ber xwe bidin’ da. Arîn moralê me zêde kir, ji bo ku bikaribe axa xwe biparêze bê teredud canê xwe kir feda.

Piştî ku Kobanê bi berxwedaniyekê hat rizgarkirin, me ala serketinê li ser dilê dijmin da û me got êdî em hene û em ê hebin. Piştî ku şervanê YPG û YPJ’ê şerê man û nemanê dikirin, êdî DAÎŞ şkest û dawî li wan hat. Berxwedaniya Kobanê, ev çîrok di xeyalê min de dilîze her kêlî û jê dernakeve. Piştî ku Kobanê hat rizgarkirin me dest bi pêngava rizgarkirina gundan kir. Li gundê Elpelûrê di 27’ Çileya 2015’an di erebeyekê li gel hevrêyên xwe ji bo em gund ji destê çeteyan rizgar bikin em çûn, lê me nizanîbû ku li cihê em sekinîn mayîn bû. Piştre erebe teqiya, dema teqiya min lingê xwe yê rastê ji dest da, min cara dawî li bedena xwe nêrî, di lehiya xwînê de me, nikarim avjeniyê jî bikim, lingê min jî çû, nikarim rabim.

'MIN CARA DAWIYÊ HEVALÊ XWE WEKE DERGÛŞEKÊ KIR HEMBÊZA XWE Û XATIRÊ TA DAWIYÊ JÊ XWEST'

Min hevrêyê xwe weke dergûşekê cara dawiyê kir hembêza xwe û xatirê bêdawiyê jê xwest. Kêliya ku ez birîndar bûm, di nava destê min de hevrêyê min şehîd bû, min ew weke dergûşekê ku dûrî dayika xwe hembêz kir, min çavên xwe cara dawiyê li rûyê wî yê bedewgiran û cara dawiyê min xwatir jê xwest. Xatirxwestineke ku bi xwe re êşên nayên pênasekirin tîne, çawa ku aşiq û evîndar dûrî hev nabin, destê min jî ji te nabe heval. Kêliya ku ez birîndar bûm, ser hişên xwe neçûm û min hevalên xwe yên şehîd rakirin.

'XWEZÎ LI SER AXA TE BIBAMA ŞEHÎD KOBANÊ'

Piştre berê min dan nexweşxaneya Kobanê û li wir ji ber giraniya birîndarbûnê, berê min dan nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê, bajarê Sirûcê. Kêliya ku êdî, dest bi jêkirina lingê min kirin, min bi sewteke bilind, strana Kobanê îro Xemgîn e stra, di nava wê stranê de weke pepûleyan di wan peyvan de difiriyam, her tîpek jî dibû parçeyek ji canê min, di wan xeyalên dûr û kûr de avjeniya hebûnekê dikim. Min di dawiya stranê de got, xwezî li ser axa te şehîd bibama, Kobanê.

Bi israr min li ber xwe da. Piştî tedawiyê, êdî Kobanê rizgar bû, roj bi roj çirûska hêviyê derdiket û ez jî bê teredûd ber bi çirûska hêviyê ve çûm û min got êdî ez heme. Di destpêkê de, piştî ku lingê min qut bû, êdî min got dawiya jiyana min hat. Her di nava wan xeyalan de bûm û min got qey êdî ez nikarim rabim ser piyan. Êdî min ew çirûska hêviyê roj bi roj di hevriyên xwe de didît, êdî min got ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk berdêlên giran divê hîna em bidin. Em ê hebin û em hene."