Cenazeyê şervanê QSD’ê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Nesar Meiyof El Selcî yê ku dema li ser peywira xwe bû, şehîd bûbû, hate veşartin.
Şervanê QSD’ê Nesar Meiyof El Selcî yê ku dema li ser peywira xwe bû, şehîd bûbû, hate veşartin.
Şêniyên navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Nesar Meiyof El Selcî ku di 2′yê Tebaxê de dema li ser erka xwe ya leşkerî ya li herêma Sede ya Şedadê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdên Şedadê hate veşartin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî, rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Şedadê beşdar bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sor a Dêrazorê Xeys El Xelef axivî û behsa rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de kir û wiha got: "Van şehîdan destanên lehengane di parastina projeya neteweya demokratîk de li hember êrişên terorîst nivîsandin."
El Xelef wiha domand: "Şehîd pêşengên me yên rastîn in, wan bi ruhê xwe mezintirîn destanên lehengiyê nivîsandin û planên dagirkeriya li ser herêma me têk birin.”
Li aliyekî din jî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seed El Xerîb sersaxiya malbata şehîd xwest û soza tolhildanê da û wiha got: "Şehîd di oxira parastina welat û azadiya gelê xwe, serkeftina projeya demokratîk de tiştê giranbuha dan. Em ê li ser metod û rêya şehîdan bimeşin."
Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.