Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhertina demografiyê -1

Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ji holê rakirina nasnameya Efrînê serî li hemû rê û rêbazên qirêj da. Yek ji wan rêyan jî li şûna xelkê resen yê Efrînê bicihkirina malbatên Ereb ên deverên cuda yên Sûriyeyê ye.

Efrîn yek jî navendên Rojavayê Kurdistanê ye û weke ‘Çiyayê Kurmênc’ jî tê zanîn. Herêma Efrînê piştî Peymana Sykes-Picot ku Kurdistanê mêtînger kir û xist çar parçe, ket nava sînorê Sûriyeyê. Bi vê yekê re rejîma Sûriyeyê ket hewldanê ku siyaseta xwe ya mêtîngeriyê li dijî herêmê û xelkê Efrînê yên resen bimeşîne, nasnameya Kurdî ji holê rake û demografiya herêmê biguherînê. Lê xelkê Efrînê çanda xwe parast û nehişt ku rejîma Sûriyeyê wan bike di bin kontrola xwe de. Tişta ku rejîma Sûriyeyê nekarî li Efrînê bike, niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin temam bikin. Ji bo ji holê rakirina nasnameya Efrînê, ji koçberkirina xelkê resen yê Efrînê bigire heta bicihkirina xelkê cuda cuda, serî li hemû rê û rêbazan didin. 

Di destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên di Çileya 2018’an pêlên koçberiyê ya xelkê Efrînê dest pê bû. Di 18’ê Adara 2018’an de nêzî 300 hezar xelkê Efrînê bi darê zorê ji cih û warên hatin dûrxistin û berê xwe dan herêmên cuda. Bi vê yekê re dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsya û rejîma Sûriyeyê xelkên cuda yên Sûriyeyê weke Xotayê Şamê, Hema, Humus, Şam, Dera, Îdlib û hwd. li şûna xelkê Efrînê bi cih kirin. Bi wê re mezintirîn pêngava guhartina demografîk li herêma Efrînê pêk hat û heya niha berdewam e. 

Li gorî belgeyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ji jêderên taybet hatine bidestxistin, hejmara malbatên Erebên hawirdor yên li navçeyê bi cih bûne wiha ne;

Navenda Efrînê: Beriya şerê navxweyî yê Sûriyêyê xelkê wê ya resen 80 hezar bû. Piştî Şoreşa 19'ê Tîremehê ji ber hejmareke mezin ji xelkê Efrînê yên piraniya wan li Heleb û Şamê bûn, vegeriyan Efrînê bi wê re hejmara xelkê wê gihişte nêzîkî 700,000’ê. Piştî êrişên Tirkiyeyê hejmareke mezin xelkê herêmê ji cih û warên xwe koçber bûn û xelkên cuda li şûna wan hatin bicihkirin. Niştecihên navenda bajarê Efrînê gihişt nêzî 1 milyonî, zêdetirî 650,000 Ereb in û ên din jî xelkê wê resen e.

Gundê Keferzîtê: Ji 175 malan pêk tê û hejmara niştecih wê 1200 kes e ku Kurd, Êzîdî û Misilman in. Piştî dagirkirina Efrînê piraniya xelkê wê vegeriyan gund. Her wiha zêdetirî 1000 kes li derdora gund sewalkariyê dikin ku niha çekdarên El-Hemzat gund kontrol dikin. 

Gundê Mezin: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye, ji 40 malan pêk tê. Nêzikî 250 niştecihê wê heye. Piştî êrîşên Tirkiyeyê nêzikî 100 kes li gund mane û zêdetirî 10 malbatên Ereb lê hatine bicihkirin. Çeteyên El-Hemzat gund kontrol dikin.

Gundê Maratê: Girêdayî navenda Efrînê ye û ji 500 xaniyan pêk tê. Nêzikî 2200 niştecihên wê heye ku ji xeynî malbatekê ji pêkhateyên Kurd pêk tên. Piştî dagirkeriyê nêzikî 1500 kes li gund mane û zêdetirî 800 kes di nav malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat bi serkêşiya çeteyên Heskî Berîr tê kontrol kirin.

Gundê Qîbarê: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye, ji 300 xaniyan pêk tê û xelkê gund Êzidî û Misilman in. Di dema êrîşê de gund vala bû. Piştre nêzî sedî 70 gundiyan vegeriyan û zêdetirî 100 malbatên Ereb hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Mu’tasim, Feylaq El-Rahman ve tê kontrolkirin û muxtarê gund Nizar Reşo Beko ye.

Gundê Ostêr: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye û ji 80 xaniyan pêk tê ku Ereb û Kurd in. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de gund vala bû. Piştre nêzikî 20 malbat vegeriyan gund û yên mayî jî hîna derbider in. Li gund 60 malbatên Ereb hatin bi cih kirin û gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund, Mistefa Mihemed Cebir e. 

Gundê Tirindê: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye, ji 250 xaniyan pêk tê, di dema êrîşan de gund vala bû. Piştre 100 malbat vegeriyan gund û 150 malbatên leşkeran hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin û muxtarê gund Ebdo Reşîd Sîdo ye.

Gundê Cumkê: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye û ji 25 xaniyên ku niştecihên wê yên resen tê de dijîn pêk tê. Li kêleka gund kampek mezin hatiye avakirin ku n êzî ji 125 konan pêk tê.

Gundê Keferşîlê: Ji 150 malan pêk tê, 30 malbatên Ereb li gund  hatine bicihkirin û yên mayî şêniyên wê yên resen (Kurd) dijîn. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye.

Gundê Cuqê: Ji 340 malan pêk tê, zêdetirî 100 malbatên Ereb tê de bi cih bûne û yên mayî jî şêniyên wê yên resen in. Muxtarê gund Mihemed Cemîl Osman e.

Gundê Bablîtê: Ji 60 malan pêk tê, 20 malbatên Ereb tê de bi cih bûne, yên mayî jî şêniyên resen ên Kurd û Erebên ku di salên 60’î de hatine dijîn. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund Hemûd Xezal.

Gundê Til Tewîl: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye, ji 90 xaniyên ku xelkê Ereb yê ku di sala 1960'î de hatine, pêk tê.  Niha jî nêzî 20 malbatên Erebên hawirdor tê de hatine bicihkirin.

Gundê Kûkebê: Girêdayî navenda bajarê Efrînê ye, piraniya niştecihên wê ji pêkhateya Ereb in û ji 100 xaniyan pêk tê. Her wiha 30 malbatên Ereb ên hawirdor li gund hatine bicihkirin.

Gundê Kifêrê: Ji 113 malan pêk tê ku 40 malbatên Ereb ên hawirdor tê de bi cih bûne. Piraniya niştecihên gund Ereb in û muxtarê gund Taha Şêxlî/Ebû Riyad e. 

Gundê Xelnêrê: Girêdayî navenda Efrînê ye û nêzikî 100 xaniyan pêk tê. Sedî 20 niştecihên gund koçber bûne û malbatên Ereb di nav malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin. 

Gundê Kersanê: Girêdayî navenda Efrînê ye û ji 25 malan pêk tê. Zêdetirî nîvê gundiyan koçber bûne û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bi cih kirin, çeteyên El-Hemzat gund kontrol dikin.

Gundê Tilifê: Girêdayî navenda Efrînê ye û ji 50 xaniyan pêk tê, sedî 75 ji şêniyên wê yên resen koçber bûne û zêdetirî 35 malbat ji Erebên hewirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin. 

Gundê Enderiyê: Girêdayî navenda Efrînê ye û ji 4 malan pêk tê û hemû li Efrînê ne û di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ne.

Gundê Mîsonkê: Ji 8 xaniyan pêk tê, sedî 50 ji xelkê gund koçber bûne. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye.

NIŞTECIH Û MALÊN MÊTÎNGERIYÊ YÊN LI BAJARÊ EFRÎNÊ Û GUNDÊN GIRÊDAYÎ WÊ HATINE AVAKIRIN

Niştecihbûna li Efrîn: Ew cih ji aliyê Rêveberiya Xweser ve berî Efrîn were dagirkirin hatin avakirin ku ew cih ji bo ofîsgeha Ereban û milkan hatibû avakirin. Piştî dagirkirina Efrîn ew der bû niştecih, yê ku alîkariya wir dike Rêxistina Buhar e. 

Ji bilî bi sedan kampên belav yên ku li derdora bajarê Efrînê hatine avakirin, xelkê ku ji Îdlibê tên koçberkirin tê de tên bi cih kirin. Her wiha piştî erdheja 6'ê Sibatê jî bi sedan kampên belav li derdora bajarê Efrînê hatin zêdekirin û mexdûrên erdhejê tê de tên bicihkirin.