Bi girseyî sersaxî dan malbata şehîd Ronahî Qarih

Ji bo gerîlaya YJA Starê Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih) li gundê Yaramaz ê Kobanê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Ronahî Qarîh li gundê Yaramaz ê li başûrê Kobanê hat lidarxistin û şeniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyê siyasî beşdar bûn. 

Gerîlaya YJA Starê Yildiz Şahîn Botan (Ronahî Qarih) 25′yê Tîrmehê di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û got: "Ji berbanga dîrokê ve ew komployan li dijî vî gelî pêk tînin. Di serdema me de dema Rêber Abdullah Ocalan derketiye û bi fikir û felsefeya xwe gelên herêmê hişyar kirine, komplo li dijî wî pêk anîn û hewl dan ku careke din hebûna dîrokî ya gelê herêmê tune bibin. Lê şehîdên me bi fedakariya xwe dersa komplogeran dayê.”

Kerho soz da ku şehîdan ku ew ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.
Piştî axaftinê, wesîqeya şehîd Ronahî hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Merasîm bi dirûşemeya “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.