Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand: 4 leşker mirin
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li derdora Şamê barandine. Di encamê de 4 leşkerên Şamê mirin.
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li derdora Şamê barandine. Di encamê de 4 leşkerên Şamê mirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA'yê, êrîşa hewayî bi dema herêmî saet di 02:20'î de pêk hat. Hate ragihandin ku balafirên ji aliyê Golan a dagirkirî hatin, bombe li derdora Şamê barandin.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku 4 leşker mirine, 4 jî birîndar bûne û xisara madî li herêmê bûye. Her wiha hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê jî pêşî li hin fuzeyan girtiye.
Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê li Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê bi sedan carî êrîşên hewayî bir ser çeperên artêşa Şamê û hêzên Hîzbûllah û Îranê yên alîgirên Şamê.
Dewleta Îsraîlê têkildarî van êrîşan kêm caran şîroveyê dike. Bi giranî jî radigihîne ku ew ê nehêlin Îran li ber deriyê Îsraîlê bi cih bibe.