‘Li dijî komkujiyan divê rêbazên xweparastinê bên pêşxistin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û got ku ji bo xelkê Şengalê cardin rûbirûyê komkujiyên bi vî rengî neyê divê rêbazên xweparastinê pêş bixin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê ya ku DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an pêk anî, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku piştî 9 salan jî, çarenûsa windahiyan û gorên komî ne diyar e. Civaka navneteweyî li pêşiya wê hovîtiyê sûcdar e. Sûcdar û alîgirên wan nehatine girtin. Heta niha bûyerên li Şengalê rûdane wek qirkirineke rastîn nehatiye naskirin.

Rêveberiyê şehîd û qurbaniyên Şengalê bi bîr anîn û got: “Ev komkujî heta niha berdewam e. Tirkiye bi rêya komên xwe yên terorîst bi êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan komkujiyan temam dike. Tişta li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rû daye, heman sûc û qirkirin e.”

Rêveberiyê berxwedana YPG û YPJ’ê silav kir ku xelkê Şengalê xilas kirin û got: “Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên sînordar, hertişta pêwîst ji xelkê Şengalê re wê demê pêşkêş kir û hîna pêşkêş dike. Em piştgiriya vegera li Şengalê û avakirina vîna xwe ya azad dikin.”

Her wiha rêveberiyê bang li civata Êzidî kir ku rêbazên xweparastinê pêş bixin û got: "Divê Êzidî li warên xwe vegerin, gund, dîrok û nasnameya xwe biparêzin."