Dagirkeran li gundê girêdayî Til Temirê 5 sivîl birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê 5 kes birîndar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebûş ê bakurê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê 5 kes birîndar kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirk êrîşî gundê Ebûşê kir.
Di encama êrîşê de welatiyên gund Hisên Elî Hemîre, Ebdulbaqî Seyd Elî, Mahir Hisên Hemîre, Besam Hemîd Egele û Ebdulkerîm Deham birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.