Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek lidar xistin. Meş ji Navçeya Şêranê destpê kir û wê heta qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dewam bike.
Girseyê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre îxanet” û “Soza me serkeftin û Tolhildan” berz dikin.
Beriya ku meş destpê bike ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Derwîş axivî û wiha got: “Soza me yan serkeftin yan serkeftin e. Em ê dest bi meşa dirêj a rojekê bikin. Armanca me jî ew e ku em peyamê bidin faşîzmê ku em ê her hebin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila her kes bizanibe ku tenê me soza serkeftinê daye, tenê riyek li pêşiya me ye ew jî an serkeftin an serkeftin e. Vaye keşfa faşîzmê her roj li ser me digere, divê em ciwan jî êdî rabin ser piyan û li hemberî faşîzmê xwedî bertek bin.”
Meş ji navçeya Şêranê destpê kir û tê payîn ku piştî 10 kîlometrayan wê meş bigihêje qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê û li wir di seatên êvarê de meş bi dawî bibe.