Li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî mirovahiyê

Li herêmên dagirkirî gel di nava krîzeke jiyanî de ye. Çeteyên dewleta Tirk bi rojane jin, zarok û kalan direvînin û qetil dikin. Her wiha kesên direvînin jî, ji bo berdanê jî pereyên Emerekî dixwazin.

Di meha Tîrmehê de, li herêmên dagirkirî Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablûs û Efrînê gelek binpêkirin çêdibin, li gel ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî guhertina demografîk û pêkanîna projeya xwe pêk bîne û xwe di wir de êdî weke gelekî resen pênase dike. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li herêmên dagirkirî didomînin û ji kuştin, revandin, talankirina mal û milk û standina pereyan bigire heta her tiştê derexlaqî û derwijdanî pêk tîne.

Di demên dawî de li herêmên dagirkirî binpêkirin zêde dibe û êdî digihije asta qirkirina fîzikî û çandî. Piştî ku di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariya dewleta Tirk de ku dîsa, li herêmên dagirkirî kiryarên derexlaqî didomin. Penaber bi darê zorê tên vegerandina herêmên dagirkirî. Di destpêka Nîsana sala borî de daxuyaniyên berpirsyarên Tirkiyeyê, ji bo bicihkirina milyonek penaberên Sûriyê bi darê zorê, veguhestina wan ji cih û warên wan û ber bi herêmên dagirkirî ve, Ezaz, Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Cereblûsê, heta niha zêdetirî 22 hezar penaberan ku piraniya wan ji herêmên Heleb, Idlib, Hemayê li wir niştecih bûne.

Şêniyên nû ji binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li kantonên dagirkirî, rizgar nebûn. Kesê ku derbasî herêmên dagirkirî jî dibin, rastî qetilkirin û revandinê tên. Yên ku dixwazin derbasî aliyên Rêveberiya Xweser jî bibin, raste rast, rastî kuştinê tên. Ji bo kesên girtine, berdin jî bi hezaran Dolarê Emrîkî dixwazin.

Di vê çarçoveyê de 3 sivîlên ku di nava du mehên borî de li nêzî gundê Êîwa yê 60 kîlometre başûrê rojhilatê bajarê Girê Sipî ya dagirkirî bi cih bibûn, dema dixwestin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin û ji bajarên dagirkeriyê derkevin, çeteyên Ehrar El-Şerqiye gule berdan wan û birîndar kirin. Rewşa jiyana xerab li herêmên dagirkirî didome, navê du kesê din yên birîndar jî wiha ne; Şukrî Hisên û Ebûd El-Şemarî ne.

9 kes ên ji rojhilatê Girê Spî, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin. Di berdêla berdana her yek ji wan de, hezar dolar Emrîkî xwestine. Yên ku hatine revandin ev in: “Moeyad El-Xelef, Munîr El-Xelef, Casim El-Ereb, Îsa El-Mûsa, Ebdulsetar El-Dexîl, Îbrahîm El-Omer, Ecîl Helebî, Saedûn El-Eşac, Îbrahîm El-Xelîl.” Her wiha wesayiteke zirxî ya çeteyên Tirkiyeyê bi zanebûn li ciwanê bi navê Fayîz Elî El-Hecû (25 salî) yê ji gundê Kefîfa yê rojavayê bajarê Girê Sipî dagirkirî da û di cih de hat kuştin.

Li herêmên dagirkirî êdî di nava çeteyan bi xwe de şer û pevçûn derdikeve, ji ber aloziya li herêmên dagirkirî, di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn, ew jî ji ber bazirganiyê madeyên Hişbir û pereyên wê. Bêhtirî aloziya di navbera Feyleqa 3 û Cebehet El Şamiyê pêk tê de, ku ji bo peran û riyên bazirganiyê gelek kuştî derdikevin. Her wiha di nava sînorê di navbera Tirkiyeyê û Girê Sipî de pevçûn ji aliyê Feyleq El Şam û Feyleq El Mecîd ve li dijî Cebhet El Şamiyê derket ku di encamê de gelek kes hatin kuştin.

Li herêmên dagirkirî êdî gel di krîzeke jiyanî de jiyan dike, ji ber bihabûna xwarinê û buhabûna nirxê sotemeniyê, nirxê bermîlek mazotê digihije milyonek û 200 hezar lîreyên Sûrî û benzîn jî bi milyonek û 600 hezar lîreyên Sûrî. Ji ber wê êdî gel di herêmên dagirkirî de di man û nemanê de jiyan dikin. Di heman demê de li herêma Efrîn a dagirkirî jî ku êdî bûye cihê guhertina demografîk, têde gelek tiştên derexlaqî derdikeve. Darên ku temenê wan sedan sal in, tên jêkirin û cihên dîrokî ya bi hezaran sal tên xerabkirin.

Li Efrînê rojane revandin, kuştin û tunekirin pêk tê, jin zarok û kal tên qetilkirin û yên tên revandin jî bi hezaran dolarê Emerîkî ji malbatê tê xwestin, yê ku nikare bide jî, ew kes tê qetilkirin. Heta niha bi dehan jin hatine qetilkirin, herî dawî êdî çete destdirêjiyê li zarokên 12 salî dikin û piştre jî wan qetil dikin.