Li Tebqayê 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
Yekîneya Avê ya bajarê Tebqayê diyar kir ku ji ber ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qutkirin, 9 stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketine
Yekîneya Avê ya bajarê Tebqayê diyar kir ku ji ber ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qutkirin, 9 stasyonên avê bi temamî ji xizmetê derketine
Bi dehan endamên Yekîneya Avê ya Tebqayê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîneya Avê Hemûd Şêx ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna avê wekî çekekê li hember gelên herêmê, dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de bal kişandin ser berdewamkirina binpêkirina peymanên têkildarî ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha hat gotin: “Di encama binpêkirina wan peymanan de sewiyeya ava bendav û golan û di nav de Bendava Tebqayê, pir kêm bûye. Bendava Tebqayê ji ber van kiryaran 4 milyar metrekab av ji dest daye.”
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 9 stasyonên dayîna avê bi temamî ji xizmetê derketine û kesên ku ji van stasyonan sûd werdigirt ji avê bêpar mane.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku roleke aktîf bilîze, gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar bike û dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Sûriyeyiyan dike, bîne.