Li Reqayê tecrîd hat protestokirin

Li Reqayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Reqayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, gundewarê wê, endamên meclîsên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Bi ruhê Apocî xwe nû bikin û Cenga azadiyê bi ser bixin" û "Li dijî tecrîd, dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê" hatin hildan.

Meş li ber Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê dest pê kir û heta Qada Jinê berdewam kir. Li vir meş veguherî mîtîngê. Girseya gel bi yek dengî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî biratiya gelan” berz kirin.

Livir li ser navê girseyî daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliye endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mihemed Elî ve hat xwendin. Elî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tecrîd dûrî planên navneteweyî yên li dijî Rojhilata Navîn ên bi armanca parçekirin û dagikeriyên nû pêk tên, nîn e. Siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê dê nikaribe gel dûrî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixe. Hûnê nikaribin roja me tarî bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.